Bayik Derbarê Kongreya PDK’ê De Çi Got?
Röportajlar / 28 Aralık 2010 Salı Saat 09:08
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyên girîng derbarê Kongreya PDK’ê de da û diyar kir ku ew bixwe jî anîn ziman

Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyên girîng derbarê Kongreya PDK’ê de da û diyar kir ku ew bixwe jî anîn ziman ku ev kongre dereng darxistine û got; “Tiþtên ku di kongrê de dan diyarkirin tiþtên girîng û baþ in. Lê belê kêm in. Van tiþtana hîn zûtir dibû ku pêþbixistana. Divêjin ku, me ev kongrê li ser jiyenek bihevrebûn, dad û nûbûnê pêþ xist.”

Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê 13. Kongreya PDK’ê û daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî yên derbarê “çarenûsa Kurdan” de ji ANF’ê re axivî. Bayik diyar kir ku ev yek dereng pêk hat û diviyabû zûtir pêk bihata û got; “Wisa di þerên di navxweyî darazxwarkirin, malbatên kesên ku di vê þerî de jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwestin tiþtên girîng in. Dereng ma lê baþ in. Ya girîng jî ev e; ew rastî di pratîkê de çawa pêk werin.”

EM BAWER DIKIN KU PDK VANA DI MERIYETÊ DE PÊK BÎNE

Bayik got; “Bi vê jî didin diyarkirin ku di PDK’ê de nûbûnek çêdikin. Dadê pêþ dixînin û neheqiyê ku hene ji holê radikin, bi Kurdan û hemû cîranên wan bi pêk ve jiyankirin bingeh werdigirin. Ev pir dereng pêk hat. Diviya ku hîn zûtir ev bihatiba. Dîsa hewce dikir ku hîn bi xurtir ev pêþ biketa. Ev gava baþ e, lê li gor dîtinên min kêm e. Diveya hîn kûrtir bihatiba pêþxistin. Wisa di þerên di navxweyî darazxwarkirin, malbatên kesên ku di vê þerî de jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwestin tiþtên girîng in. Dereng ma lê baþ in. Ya girîng jî ev e; ew rastî di meriyetê de çawa pêk werin. Tiþtên ku di axaftinê de hatin diyarkirin çiqas erênî bin jî, eger di meriyetê de vana di demê xwe de pêk neyên tu qîmeta wan jî namîne. Em bawer dikin ku PDK’ê vana di meriyetê de pêk bîne” û wiha berdewam kir; “Çiqas kêm be jî dema vana di pratîkê de pêk bînin, ev ê bikeve di bin xizmeta PDK’ê û Kurdan.”

DAGIRKERAN JI ÞERÊ NAVXWEYÎ SÛD WERGIRTIN

Bayik bal kiþand li ser þerê navxweyî yê Kurdan û destnîþan kir ku Kurdan ji þerê navxweyî pir zirar dîtin bi bîr xistin ku dagirkeran vê ji þerê navxweyî gelek sûd wergirtin. Bayik derbarê vê yekê de got; “. Heke heya îro hîn pirsgirêka Kurd çareser nebûye sedemek jî ev e; þerê navxweyî ket di bin xizmeta dagirkeran de, dagirker bi vê þerî dest avêtin Kurdan. Wan þeran hîn mezintir û kûrtir kirin. Ziyanek mezin dan Kurdan. Divê ku Kurd careke din vê riyê venekin. PDK’ê him li Baþûrê Mezin yekîtiya Kurdan divê bê pêþxistin, ew parçebûnên ku heyî, nakokiyên ku heyî ji holê rake. Ne ku hemû partî û saziyên ku hene ji holê rabe û wisa yekbûyîn pêþ bikeve. Na, ne wisa. Divê ku hemû partî hebin, cudabûna partiyan hebin, ev partiyana hemû jî bi azad kar û barê xwe bikin. Divê di nav cûdabûnan de yekitiya xwe ava bikin”

DIVÊ YEKITÎ NETENÊ LI BAÞÛRÊ KURDISTANÊ ÇÊBIBE

Bayik bal kiþand ku ger wisa bê kirin, wê Baþûrê Kurdistanê bibe xwedî pergalek demokratîk û azad û got; “ Ev pergal him wê bikeve di bin xizmeta Baþûrê Kurdistan him jî xizmetê parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Di heman demê de divê ku yekîtî netenê di Baþûrê Kurdistanê de çêbibe, di navbeyna Baþûrê Kurdistanê û beþên Kurdistanê ên din de jî çêbibe. Xebatek ji bo çareserkirina pirsgirêka beþên din jî divê were kirin. Divê ku Baþûrê Kurdistanê hemû derfetên xwe li ser vê esasî bixe di nava tevgerê de. Derfetên xwe yên navneteweyî jî bi kar bîne. Ji ber ku beþên Kurdistanê yên din dema bikevin di nava çareseriyê de wê demê Baþûrê Kurdistanê dikare xwe biparêze. Heke beþên din pirsgirêk nekevin di riya çareseriyê wê demê, Baþûrê Kurdistan jî nikare bi aramî bijî.. Ew ê herdem di bin xeteriyek mezin de bijî. Ji bo vê ger di nav xwe de demokratîkbûyînî bingeh werbigirin wê ji bo beþên din jî pêþ bixin.

DIVÊ KONGREYA NETEWÎ DI DEMEK ZÛDE PÊK BÊ

Bayik wiha berdewam kir:

“Divê ku kongreya Netewî pêk bînin. Divê vê pir bi lêz û zûtir bikin. Ji bo vê xebatek girîng ji niha ve bê pêþxistin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd di her çar beþan de bikeve di nava çareseriyê, ev kongra girîng e. Di kongreya xwe de jî balkiþandina li ser nûbûnê, û hêviyên gel ji bo me hebûn me ew hêviyana pêk neanî. Lê niha em dixwazin ew bertekên gel çêbûne ji holê rakin, þaþitiyên ku me berê jiyankirin ji holê rakin, di xwe de demokratîkbûyînî ava bikin. Di vê kongreyê bal kiþandine li ser van xalan. Di meriyetê de divê li gorî vê rastiyê gavan biavêjin. Yên ku dibêjin em dadê pêþbixin, pêwîste dadê pêk bînin. Ji ber ku gelek bêdadî hebû. Ev bêdadî di serî de hemberî gel û partiyan hate pêþxistin. Rûxandinên gelek mezin bi xwe re anî, gemariyên mezin derxist. Hewce dike ku ev ji holê rabin.

GUHERTIN ÇÊNEBIN WÊ ZIYANÊN MEZIN BIDIN BAÞÛR

Yekîtiya Kurdan û gelên din divê bingeh were girtin. Heke ev gotin û biryarana di pratîke de pêk neyên, li Baþûrê Kurdistanê ti guhartin wê çênebin. Dema guhartin çênebin wê demê ew zerara herî mezin bide Baþûr û beþên din jî. Divê ev rastî mirov baþ bibîne. PDK’ê bi van axaftin û kongreya xwe dixwaze hin gavan biavêje. Vê him li Baþûrê Kurdistanê him ji li beþên din ên Kurdistanê jî biavêje. Heke weke ku min bi nav kir tevbigerin wê demê ew hemla wan baþ e û dikeve di bin xizmeta tevahiya Kurdan. Heke ev hemla wan tenê ji bo wan be, wê demê navê vê nabe hemle, dibe tiþtek din. Divê ev nûbûn ne li ser helandina beþên din be.

Dibe ku hinek bejin me gog da di destê te û tu dikarî êdî gol biavêjî. Dibe hin bixwazin vê hemlê li dijî Kurdên azad pêþbixin, an jî li dijî beþên din vê peþ bixin. Lê divê PDK’ê nekeve di nava van þaþitiyan de. Ez di wê baweriyê de me PDK’ê vê neke. PDK’ê ew hemla ku dixwaze biavêje bixe di bin xizmeta Kurdan. Heke vê gavê biavêje, di bin xizmeta Kurdan de wê ew jî qezenc bike. Lê wisa nebe, wê demê zerara herî mezin ew bixwe bibîne.”

EM NE LI DIJÎ TÊKILIYÊN PDK’Ê Û TIKRIYEYÊ NE LÊ…

Bayik bal kiþand li ser têkiliyên Tirkiye û PDK’ê û got; “Em ne dijî pêþketina têkiliyên PDK’ê û Tirkiyê ne, an jî AKP’ê ne. Bila têkiliyên xwe pêþ bixin, lê divê ev têkiliyana ji bo xizmetkirina Kurdan be û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan be. Divê têkiliya li dijî Kurdan pêþ nekeve. Ji ber ku AKP’ê hemû têkiliyên ku pêþdixe li ser bingeha li dijî Kurdan e. Bi taybetî li dijî Kurdên Bakur û PKK’ê. Têkiliyên ku xizmeta tasfiyekirina Kurdên Bakur neke pêþnaxe. Divê PDK’ê vê baþ fêm bike. Divê têkiliyên li ser vî bingehî pêþ nexe.”

TUNEKIRINA PKK’Ê TUNEKIRINA KURDAN PDK’Ê YE

Ger têkiliyên wisa pêþbixin wê zerarek mezin bide xwe jî. Ne tenê dide PKK’ê. Ji ber ku tunekirina PKK’ê di heman demê de tunekirina Kurdan û PDK’ê ye jî. Ev rastiyek e. Yên ku dixwazin li Bakur Tevgera Kurd tesfiyê bike, beþeke din bi Kurdan re têkiliyeke li ser pêþketina biratiyê çênake. Heke bi PDK’ê re têkiliyeke biratî, azadî, demokratîkbûyîn, li ser nasname û vîna Kurd naskirinê pêþ dixin û nas dike, wê demê ew ê Kurdên Bakur jî nas bike û tasfiyê bingeh wernagire. Lê pir bi eþkere dibêjin, em tasfiyeyê bingeh werdigirin. Yên ku li Bakur tasfiye pêþxistî, li Baþûrê Kurdistanê têkiliyek li ser nasname û vînê nameþîne. Heke bi Baþûrê Kurdistanê re têkiliyê xwe pêþ dixin, wê demê dixwazin vê têkiliyê bikin di bin xizmeta ji holê rakirina Kurd. Divê PDK’e vê fêm bike.”

Ez bawerim vê fêm dikin û neyên vê lîstîkê jî. Eger neyên vê lîstike wê demê hikimata AKP’ê nikare tasfiye ango ji holê rakirinê çêbike. Wê demê pirsgirêk çareser dibe ev çareserî dikeve di bin xizmeta PDK’ê de jî. Eger têkili di navbeyna AKP û PDK’ê de pêþ dikeve, ev li gorî stratejiyek pêþ dikeve.

STRATEJÎ Û YEKGIRTINEK XETER JI BO KURDAN

Niha sîstema modernîta kapîtalîzm saziya wê NATO, stratejiyek pêþ dixine. Ev jî ev e; îslama siyasî. Bi vê statêjiyê dixwaze di Rojhilata Navîn de guhartinan çêbike û encam werbigire. Ji bo vê jî yekitiyê DYE, Tirkiye û Iraq pêþ dikeve di nav de PDK û YNK jî heye. dixwazin vê yekitiyê pêþ bixin û bi vê yekgirtinê stratejiya îslama siyasî pêk bînin. Eger PDK û AKP têkiliyan pêþ dixin ev encamên vê yegirtin û stratêjiyê ne. Ji bo ku vê stratêjiyê pêk bînin, Tirkiye ji alîkî ve alîkariya Îran, Surî û hikumeta navendî ya Iraqê dike, ku bikaribe hikimeta navendî ya Iraqê xurt bikin û ew zordestiye li Baþûrê Kurdistanê li ser PDK û YNK çêbike, û ew jî têliliyên xwe û Tirkiye pêþ bixin. Hemû kes jî dizane ku di vê stratejî û yekgirtin de Kurdên azad tasfiyekirin heye. tasfiyekirina bakur tasfiyekirina PKK’ê heye. li þûna Kurdên azad, li Bakur dixwazin Kurdên ku zerarê nadin sîstem û NATO ye serwer bikin. Dixwazin di Rojhilata Navîn de tevahiya Kurdan bixin di bin xizmeta sîstemê. Kurdên ku PKK’ê derxistiye holê ji ber ku nakevin di bin xizmeta sîstemê dixwazin van Kurdana tasfiyê bikin. PDK û YNK jî vê baþ dizanin.

DIVÊ PDK Û YNK DI VÊ YEKGIRTINÊ DE CIH NEGIRIN

Pêwîste ku di vê yekgirtinê de cih negirin, vê yekgirtinê nexin di bin xizmeta tasfiyekirina Kurdên azad û PKK’ê. Heke vê nekin wê demê Kurd qezenc dikin. yê ku ji baþûr PDK û YNK tê xwestin jî ev e. Çi îttîfaq û stratejî li dijî Kurdên bakur û PKK’ê tê pêþxistin pêwist dike ki tê de cih negirin. Derveyê tasfiyekirina Kurdan û PKK’ê yekgirtinê bi cîranên xwe re û hêzên navnetewî re wê pêk bînin, wê demê zerarek nadin Kurdan û dikarin jî pêþ bixin. Lê dibe yekgirtin li ser tasfiyekirina Kurdên azad û PKK’ê neyê pêþxistin, yekgirtin û têkilî li ser bingeha berjewendiyê Kurdan were pêþxistin.

Li Baþûrê Kurdistanê tiþtê ku em PDK û YNK dixwazin û tê xwestin jî ev in. Têkilî û yekgirtina xwe de li ku cih digirin bila bigirin pêwiste gomana çênekin. Ji bo Kurdan jî hewceye aþkere û vekirî bin. Ji bo PKK’ê jî divê wisa bin. Heke aþkere bin, neyên lîstokan û xizmeta tasfiyê nekin, vê çi di alî siyasî û dîplomatîk de dibe çi jî di alî paratîk de dibe. Wê demê pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Madem ku kongra xwe li ser biratî, dad û xwe nûve avakirinê li darxistin, û Mesud Barzanî jî wisa got; ‘ di nava Kurdan de careke din þer nabe, Kurd bixwe êdî çarenûsa xwe diyar bikin’ wê demê gavavêtina pratîke jî dibe li gorî van axaftinan xwe biavêjin. Di navbeyna Kurdan de divê yekbûn çêbibe. Jiyanek hevpar û bi arîkarî divê bê avakirin. Kurd bikaribin bi nasnameya xwe jiyana xwe saz bikin û bijîn. Pirsgirêkn xwe jî li ser hîmê demokrasî û azadiyê çareser bikin. Yekitiya di navbeyna xwe de dema avakirin vê yekîtiyê di navbeyna xwe û gelên din de jî avabikin. Tiþta ku tê xwestin, tiþtên ku gemarî û xirabiyan çêdike û ev xirabiyên ku zerarê dide gelê Kurd ji holê rakirin e. Daxwaziyên xwe jî dibe ku li ser azadiyê pêþ bixin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.