Ji destpêka þoreþa gel a Sûriyê ku di 15 Adara 2011an de destpêkiribû, gelek serleþker(Subay) û leþkerên artêþa fermî ya rêjimê qut bûn.
Ji destpêka þoreþa gel a Sûriyê ku di 15 Adara 2011an de destpêkiribû, gelek serleþker(Subay) û leþkerên artêþa fermî ya rêjimê qut bûn. Wan kesên ji artêþa Sûrî qut bûne,komên çekdar sazkirin û nav li xwe kirin, Cêþ El Sûrî El Hur(Artêþa Sûrî ya Azad). Lê di destpêka Puþpêr(Hezîrana) 2011 an de Fermandarê(Albayê) bi navê Huseyîn Ermoþ ji artêþê qut bû û cara yeke Hereket Dubat El Ehrar(Tevgera Subayê Azad) îlan kir. Ev tevger ji gelek subayên teqawîtbûyî(Emeklî), yên ji artêþa Sûriyê di demen cûda de hatibûn avêtin û kesên ji artêþa Sûriyê qut bûne ev tevger avakirin. Ev Tevgera Subayên Azad, weke bingeha Artêþa Sûrî ya Azad tê bi nav kirin û dîtin.
Di 8 Mijdara 2012 an de, li bajarê Antalya Tirkiyê Artêþa Azad a Sûriyê civîneke berfereh lidarxist.
Serfermandarê Artêþa Azad a Sûriyê bi piþtgiriya Tirkiyê, Meclîsa Niþtimanî ya Sûrî û Hevpeymaniya Netewî ya Sûriyê. Li cihê serfermandarê Artêþa Azad Riyad Musa Elashad, Selîm Îdrîs Dada weke serokê desteya Rêvebir a hevgirtî ya Artêþa Azad a Sûriyê hilbijart. Desteya Rêvebir a hevgirtî weke desteya herî bilind di nava Artêþa Azad a Sûriyê de ye. Ev Desteya Artêþa Azad ji Serok û du alîkarên wan pêk tê û 30 kes weke Meclîsa Bilind a Parastinê tê bi navkirin. Her wiha di civîna dawî de Albay Mustafa Ebdulkerîm û Ebdulkadir Salîh weke alîkarên Selîm Îdrîs Dada hatin hilbijartin. Dîsa civînê 5 fermandarên Artêþa Azad a Sûriyê weke müsteþarên medenî, ji bo serok Desteya Rêvebir a Artêþa Azad Selîm Îdrîs diyar kirin. Lê beriya 8 Mijdarê serfermendarên Artêþa Azad a sûriyê wiha bûn:
- Riyad Musa El Esed, weke serfermandarê Artêþa Azad a Sûriyê tê naskirin.
- Malik El Kurdî, Alîkarê serfermandarê Artêþa Azad a Sûriyê.
- Ehemd Hicazî, Alîkarê serfermandarê giþtî yê Artêþa Azad a Sûriyê.
- Mustafa Þêx, Serok û berdevkê Meclîsa Herêmî ya Leþkeriye.
- Berpirsê Ragihandinê, Menhel El Etîyedî.
-Komiteyên rêvebir, subay Teysir Yunuso, subay Ehmed Xelef û subay Mazin Elzên.
- Fermandarê tabura Hemez El Xatîp albay Ebdulsetar Yunuso, ji bajarê Derhayê ye.
- Fermandarê tabura Seleheddîn,subay Alladdîn.
-Fermandê tabura Elhuriye subay Ýbrahîm Mecbor, li bajarê Ýdlibê.
- Fermandarê tabura Qeþoþ,subay Îham El Kur
- Fermandarê tabura Ebebîl,subay Emar Elwewî, li bajarê Helebê.
TUGAYÊN ARTÊÞA AZAD A SÛRÝYÊ ÇENDÝN Û JÝ ÇEND KESAN PÊK TÊN.
Li gor nêrîn çavdêrên leþkerî û daxuyaniyên fermî yên Artêþa Azad a Sûriyê hijmara Artêþa Azad nêzî 40 hezariye. Lê dema mirov tevgera Artêþa Azad a Sûriyê temaþe dike. Ev hijmar gelek zêde hatiye gotin. Ji ber kesên di bin navê tugayên Artêþa Azad a Sûriyê de li bajarên Þam'ê, Ýdlib, Hema, Humus, Heleb' û herî dawî li bajarê Serêkaniyê hatine dîtin. Heman tugay û heman kes bûn li van bajaran digerin. Ev nîþan dike ku zêde leþker li ber destên wan nîne ku ji bajar diçin bajara. Her tugayê Artêþa Azad a Sûriyê ji çend tabur û yekîneyan pêk tê. Hijmara her tugayekê 250 kesî derbas nakin û her taburek û yekîneyeke Artêþa Azad a Sûriyê di navbêra 40 heyanî 70 kesî pêk tê. Li gelek bajarên Sûriyê bi taybet bajarên Suniyan sivîl û niþtecihên wan cihan alîkariya wan dikin. Bi taybet di karê rê nîþandayînê û bi destxistina pêdiviyên xwarin û vexwarinê.
TUGAY Û TABURÊN KURD YÊN DÝ NAVA ARTÊÞA AZAD A SÛRÝYÊ DE
Her çendî komên çekdar yên xwe serbixwe û ne girêdayî artêþa azad didin niþanda jî, lê di piratîkê de û bi taybet di þerê gundê Qestelê ya girêdayî herêma Efrînê, Helebê û li Serêkaniyê de derkete holê ku hin komên çekdar yên xwe weke artêþa azad a Kurd bi nav dikin, li rex artêþa azad a sûriyê li dijî Kurdan û tevgera azadiyê li Rojavayê Kurdistanê þerkirin. Li gor tê texmîn kirin 16 tugay, tabur û yekineyên Kurd yên çekdar hene. Her yekineyek ji wan di navbêra 15 heyanî 45 kesan de ye. Her çiqas partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî xwedî li van komên çekdar derketibin jî, lê beþdarbûna wan ya meþên Ýnê ku ji aliyê partiyên Kurdan ve tene organîzekirin de û dirûþme û pankertên ku radikin gumaniyê li gel mirovan nahêle ku ev komên çekdar girêdayî partiyên siyasî yên weke partiya Azadî, El Partî, Yekîtî û Teyar Musteqbel e. Ji wan komên çekdar navê hinek ji wan wihaye
1. Tabura Meþhel Temo li herêma Cizîrê û Kobaniyê.
2. Tabura Îdrîs Berzanî li herêma Qamiþlo.
3. Tugaya Selaheddîn Eyubî li herêma Helebê, Efrîn û navçeya Babê. Ev tugay xwe li van sê herêman bi yek navî lê ji hev cûda xwe bi rêxistin kirine.
4. Tugaya Nasir Selaheddîn Eyubî li bajarê Helebê.
5. Tabura Mela Mustafa Berzanî li herêma Cizîrê.
6. Tabura Þêx Mehþuq Xeznewî li herêma Cîzîrê.
7. Tabura Yusuf Elazma ya girêdayî tugaya Emru bin As.
8. Tabura Yusuf Elazma (þehîdên qibêsîn) ya gundê Qibêsîn.
9. Tabura Seyf Elhaq ya girêdayî Cebhet El Þamal li bajarê Helebê û hawirdora wê.
10. Tabura Nisor Kobanî.
11. Tabura Kawa Hesinkar.
12. Tabura Þehîdên Mekê.
13. Tabura Nisor Pêþmerge.
14. Tabura Ehrar Efrîn.
15. Tabura Ehrar kobanî.
16. Tabura Azadî Qamiþlo.
Piraniya van taburên piþtî Desteya Bilind a Kurd, li Hewlêrê dema di civînekê de mijara hebûna hêzên leþkerî nîqaþdikir hatne ilan kirin. Her wiha bi ketina komên çekdar yên Artêþa Azad a Sûriyê bajarê Serêkaniyê re û piþtî destkeftinê hêzên YPG'ê hêzên din yê Kurd bi lez û bez ev hêzên leþkeri avakirin. Ciwanê ku ji ber leþkeriya Sûriyê revîne û li cem PDK'ê perwerdeya leþkeri dîtine jî di nav wan taburên ku bi navê Kurdan hatine avakirin de hene. Her çendî bi awayekî fermî pêþmerge ji Baþûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûbin jî, lê di esasê xwe de bi awayekî veþartî hijmareke ji wan derbas bûne û ev tabur sazkirine.
Ev tabur bi biryar û piþtgiriya baþûrê Kurdistanê hatiye sazkirin. Armanc ji vê yekê qelskirina hêzên YPG ye. Hebûn û hakîmeyeta xwe li herêmê Kurdan ferzkirine. Her wiha di rewþeke serdegirtina Rojavayê Kurdistanê ji aliye Turkiyê ve ev komên çekdar yên van partiyan hakîmiyetekê li herêmê bikin û bi taybet herêma Qamiþlo û Dêrîkê bi baþûrê Kurdistanê di demê pêþde bidin girêdan.
PEWENDÝYÊ KOMÊN ÇEKDAR YÊN KURD BÝ ARTÊÞA AZAD A SÛRÝYÊ RE
Di pêvajoya þoreþa Sûriyê de û bi taybet piþtî Artêþa Azad a Sûriyê bi awayekî aktif dest bi êrîþan li dijî rêjîma Sûriyê kir hin aliyê Kurd yên weke Salah Bedreddîn, Meþhel Temo piþtî wê Faris Temo û Abdul Basêt Seyda û hin kesên din ku ne cayîze em navê wan bînin ziman bi artêþa azad re hevdîtin kirin û daxwaz ji wan kirin derbasî herêmên Kurdan bibin. Her weke di þerê Serêkaniyê û yê gundê Qestelê û Helebê de hate diyarkirin gelek endamên van komên çekdar bi taybet yên Tabura Meþhel Temo, Selahaddîn Eyubî û hin Kurdên di nava koma Xuraba Þam û Cebhet Nasra de derketin holê.
KOMA XURABA EL ÞAM BÝ DESTÊ RÊJÎMÊ HATE AVAKÝRÝN
Piþtî ku hêzên Dewleta Yekbûyî yê Emerîka ketin Ýraqê li hember dagirkeriya Emerîka gelek hêzên çekdar derketin holê. Yek ji wan hêzan komên çekdar ku bi destê rêjîma Sûriyê hatibû avakirin "Koma Xuraba El Þam" bû. Ev koma çekdar piþta xwe dida Partiya Baasê û þerê Emerîka dikir. Sûriyê ji bo karibê xwe li hember dagirkeriya Emerîka û tewanbariya wê ya bi alikariya Baasiyên Ýraqê xwe biparêze, ev koma çekdar avakir. Ev koma çekdar li kampên leþkerên Sûriyê yên veþartî û li cihên Þiiyan yên taxa Sît Zêynep li nava bajarê Þamê dihatin perwerde kirin û di herêma bajarê Derazorê navçeya Bokamlê re derbasî Ýraqê dibûn. Her wiha gelek teqîn û êrîþên li ser insanê sivîl li Baxdat û Feluceyê pêkanîn. Ev kesên ku Sûriyê deriye xwe yên perwerde ji wan re vekiribû ji aliye Ewrupa û DYE ê ve weke Terorîst dihatin bi nav kirin û bi navê El Qayîdê çalakî dikirin. Lê piþtî rêjîma Sûriyê lewazbû, koma Xuraba El Þam berê xwe da Turkiyê vê carê jî þerê rêjîma Sûriyê kir. Vê carê li gel Ewropa û DYE û Turkiyê bûne muxalîfên Çekdar û li gel rêjîma ku bi deste xwe ew dane avakirin bûne Terorîst.
Yusuf Ehmed
Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info