RÊVEBERİYA KANTONA KOBANÊ HATE ÎLANKİRİN
Haberler / 27 Ocak 2014 Pazartesi Saat 08:59
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê de, rêveberiya kantonê hate îlankirin. Di civînê de Serokê Meclîsa Rêvere, du alîkar û 22 wezîran sûnd xwarin.

Di civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê de, rêveberiya kantonê hate îlankirin. Di civînê de Serokê Meclîsa Rêvere, du alîkar û 22 wezîran sûnd xwarin.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdariya hemû endamên Meclîsa Qanûnsaziyê saet di 09.00’an de dest pê kir. Di civînê de Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Nîhad Ehmed axaftina vekirinê kir û xêrhatine mêvanan kir. Piştre deqeyek rêz hate girtin Hevserokên Meclîsa Qanûnsaziyê Nihad Ehmed û Fewziye Ehmed axivîn.

Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim hat ser dikê û navên serokên desteyên rêveberiyê (wezîr) xwendin. Wezîrên ku navên wan hatin xwendin jî yek bi yek derketin ser dike û piştre ji aliyê meclîsê ve hatin erêkirin.

Piştre serokên desteyan yek bi yek sûnd xwar.

Piştî sûndxwarinê Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim axivî û navên partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên di nava rêveberiyê de cîh digirin xwendin. Li gorî vê yekê partî û saziyên di nava rêveberiyê de cîh digirin ev in:

Partiya Çep a Kurd

Partiya Demokratî Kurd li Suriyê

Meclîsa Kurdî ya Zelal

Meclîsa Netewî ya Muxalîf

Piştî axaftinên wezîr hatin pîroz kirin û civîn bidawî bû. Piştî civînê beşdar wê tevlî şahiya pîrozbahiya îlankirina rêveberiyê ku dê saet di 12.00’an de bê lidarxistin bibin.

Serokwezîr û wezîrên Kantona Kobanê
 
Di civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê de, rêveberiya kantonê ku ji 6 partiyên siyasî û  rêxistinan her wiha gelek kesayetên serbixwe pêk tê, hate îlankirin. Di civînê de Serokê Meclîsa Rêveber, du alîkarên wî û 22 wezîran jî sûnd xwarin.

Navên Serokê meclîsê, alîkarên wî û serokên desteyan wiha ne:

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê (Serokwezîr) : Enwer Mislim

Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber : Bêrîvan Hesen

Cigîrê Serokê Meclîsa Rêveber: Xalid Birgil Mehemed

Serokê Desteya Têkiliyên Derve: Îbrahîm Kurdo

Serokê Desteya Parastinê: Îsmet Şêx Hesen

Serokê Desteya Karên Hundirîn: Ehmed Osman Dadilî

Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Mistefa Ebdî Mehemed

Seroka Desteya Maliye:  Eliya Sîdî

Serokê Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Mehmud Bişirî Beşar

Serokê Desteya Perwerdeyê: Hisên Mehemed Elî

Seroka Desteya Çandiniyê: Gulistan Etî Bikî

Serokê Desteya Tenduristiyê: Dr. Neesan Ehmed

Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Mehmud Bozan Mislim

Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Mehemed Şeban

Serokê Desteya Çandê: Ebdilrezaq Elî

Serokê Desteya Veguhestinê: Riyad Temo Mistefa

Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Welat Derwîş Derwîş

Seroka Desteya Turîstik û Şunwariyê: Mîdya Hemo Genco

Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mehemed Zahir Mistefa

Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Wehîde Umer

Serokê Desteya Mafê Mirovan: Faruk Şahîn

Serokê Desteya Çavdêriyê: Ehmed Daban

Seroka Desteya Enformasyonê: Şevîn Mehmud

Serokê Desteya Dadê: Ewas Xelîl Elî

Serokê Desteya Enerjiyê: Fazil Mistefa Ehmed
 


 Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.