SER ÇETEYÊ EL NUSRA ‘’ELCOLANΒ’
Haberler / 08 Nisan 2016 Cuma Saat 10:47
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rêxistina selefî ya girêdayî Elqaîda bi navê Elnusra beşek ji Sûrya di bin kontrola wê de ye gelek teqî li bajarê Heleb û Şam’ê bêka anîne û li gorî Muxalefeta Sûrî ew beşek ji şoreşa Sûrya ye.

Rêxistina selefî ya girêdayî Elqaîda bi navê Elnusra beşek ji Sûrya di bin kontrola wê de ye gelek teqî li bajarê Heleb û Şam’ê bêka anîne û li gorî Muxalefeta Sûrî ew beşek ji şoreşa Sûrya ye.

Elcolanî Kî Ye;

Ebû Mihemed Elcolanî navê wî yê rastî Ûsama Elebsî Elwahidî ye di sala 1981 de li bajarokê Şihêl yê girêdayî Bajarê Dêrazor’ê ji dayik bûye. Ji Bajarê İdlib’ê ye lê  ji ber ku bavê wî di saziyeke dewletê de li bajarokê Şihêl kar dikir li wir niştecih bûn lîsa li bajarê İdilb’ê xwend li zanîngeha Şam’ê beşê bijîşkê xwend lê piştî sêsalan ji xwendina wî li zanîngehê artêşa Emerîkî kete İraqê de ji ber vê yekê ji xwendin rawestand û tevlî Elqaîda ya beşê İraqê bû, di wê demê Ebû Miseb Elzerqawî berpirsê Elqaîda li İraqê bû, li gorî hin raporên Birîtanî Elcolanî ji wan kesê ku destpêkê derbasî İraqê bûn û tevlî şerê li dijî Emerîka bû. Di sala 2006 de derbasî Lubnan bû rêxistina Cind Elşam perwerde kir piştî demekî dîsa vegeriya İraqê û hate girtin. Di sala 2008 de ji girtîgehê derket piştî demekî kin bû fermendarê şer li herêma Mûsil.


Eniya El Nusra "Cebhet  El Nusra"

Di sala 2011 de û piştî şoreşa Sûrî despê kir Elcolanî derbasî Sûrya bû di nav gund û bajarokên ku di bin destê rêjîma Sûrya derketin xwe bi rêxistin kir bi taybetî li Heleb, İdlib, Dêrezor û Humus. Di dawiya sala 2001 de Elcolanî rêxitina selefî ya bi navê Cebhet El Nusra ragihand di demeke kin de bû yek ji komên sereke yên muxalefeta Sûrî û şerekî berfereh li hember artêşa Sûrî bi rêvebir  di berfenbara  2012 Emerîka El Nusra xiste lîsta terorê de ji ber vê yekê ev biryar rastî nerazîbûne mûxalef Sûrî hat bi taybetî Îttîlfa niştîmanî ya ku desteka xwe ji Turkiya û Erebistana Siudî digre.

Çekdar û Rêxistinbûna  El Nusra;

Eniya El Nusra ji aliyê Suniyên Sûrya ve tê pecrandin 80 % çekdarên wê ji Sûrya ne gelek ji wan li İraq û Efganistan şer kirne  di heman demê de ji gelek welatên din jî tevlî dibin bi taybetî  Erebistana Siudi  û Tûnis, li gorî hin lêkolînan ku civaka herî zêde desteka komên Selefî dike piştî Suniyên Erebistana Siudi Suniyên Sûrya ne ji ber vê yekê rêxistna çeteyên El Nusra li Sûrya gelek dever kirin bi kontrola xwe de û mezin bû, di 11 Nisan 2012 de El Nûsra girêdana xwe bi Elqaîda re pişt rast kir derfetên madî yên El Nusra pir mezin bi dehan Rojnemevanên wê hene ji bo şer û jiyana rêxistinê  ragihîne, du saziyên El Nusra yên Ragihandinê hene saziya Elmenar Elbeydai û saziya Elbesîra.

Kî Wê Destek Dike

Dewleta Tirk û Qeter desteka çeteyên El Nusra dikin navendên El Nusra li Turkiye hene desteka dewletên din ji El Nusra re di rê ya Turkya re dikin. Gelek caran Qenala Elcezîra ya girêdayî Qeter hevdîtin bi ser çeteyê El Nusra Elcolanî re çêkir ye bê ku rûyê wî eşkere bike.

Şerê Rojava:

Çeteyên El Nusra ji despêka êrîşên li ser Rojava yê Kurdistan cihê xwe di nav êrîşan da girtin, di êrîşa li ser bajarê Serê Kaniyê çeteyên El Nûsra beşa herî sereke bûn di heman demê de êrîşî Kantona Kobanê û Efrînê jî kirin. Dema DAİŞ hate ragihandin çeteyên El Nusra gelek ji wan tevlî DAİŞ ê bû û gelek deverê stratîjîk radestî wan kirin wekî Şedadê, Çiyayê Kizwanan û Dêrezor.

Agahiyên Nû

Ser çete El Nusra Elcolanî kesayeta wî heya niha ne diyare û bi gûmane lê di van rojên dawî malperên nêzî çeteyên DAİŞ ‘ê hin wêne yên Elcolanî  belav kirin li gorî wan ku ew wêne kevnin hîn di dema Elcolanî li İraqê şer dikir di heman demê de hinek aghiyê nû li ser kesayeta wî beleva kirin li gorî wan belgeyan ku navê wî yê rastî Ehmed Huseyn Elî Elşeri ye ji Colanê ye lê li Şam’ê jiyan kir ye tenê salekî li zanîngeha Şam’ê beşê Ragihandin xwendiya piştî wê berê xwe da İraqê û tevlî nav çeteyên DAİŞ’ ê bû ye piştî sê meh li ser derbasbûna wî de hate girtin bi despê kirina şoreşa Sûrî ji girtîgehê derket û berê xwe da Sûrya.


Amed Denîz

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

Parveke

TAGS(ETIKETLER): SER  CETEYE  EL  NUSRA  ELCOLANI    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.