GELO RASTÎ PÊŞMERGE HENE
Haberler / 05 Haziran 2016 Pazar Saat 08:18
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di dema dawî PDK ê û ENKS ê dixwazin Rojeva Kurdên Rojava biguherin û serkeftinên hêzên QSD ê pûç bikin, di pêvajoya şoreşa Rojavav ENKS ê xwe li heber serkeftinan ranedigirt û ji DAÎŞ û EI Nusra bêhtir êrîş dikir, Niha ti hebûna ENKS ê li ser erdê nema ye ji ber ku ENKS ê siyseta xwe li hebûna komên çete ava dikir

Di dema dawî PDK ê û ENKS ê dixwazin Rojeva Kurdên Rojava biguherin û serkeftinên hêzên QSD ê pûç bikin, di pêvajoya şoreşa Rojavav ENKS ê xwe li heber serkeftinan ranedigirt û ji DAÎŞ û EI Nusra bêhtir êrîş dikir, Niha ti hebûna ENKS ê li ser erdê nema ye ji ber ku ENKS ê siyseta xwe li hebûna komên çete ava dikir.

ENKS ê jo bo hebûna xwe bi parêze careke din Pêşmerge dike rojevê û dibêje pêwîste derbas bibin, gelo bi rastî pêşmerge hene, Kesên ku dibêjin em pêşmergeyên Rojava ne û dixwazin vegerine Rojavayê Kurdistanê kî ne?

Dema ku ev pirs di nav civaka Rojavayê Kurdistanê tê pirsîn, hejmarek zêde welatî bersivê didin û dibêjin kesên revoke nikarin welata bi parêzên û  jibîr kirine ku çawa ji Rojavayê Kurdistanê derketin.

Hejmareke mezin ji civaka Rojava bi van gotinan pêşmerge pênase dikin û gotin: Di destpêka aloziya Suriyê de di bin siya muxalefeta dijî rejîma Surî û dewleta Tirk de tev digeriyan. Bi meşa derdiketin di nav cadeyên Qamişlo û Amûdê. Alîkariya komên çete kirin û bi alîkariya wan derbasî Bajarê Serê Kaniyê bûn  Piştî ku şer kete li Rojavayê Kurdistanê û bi pêşengtiya YPG`ê û YPJ ê hêzên leşkerî avav bûn. Van xortên girêdayê mala Berzanî sîleh girtin û di bin navê hêzê cuda de xwe rêxistin kirin. Ev grubên ku di nav de cih digirtin navê wan her bajarekî Rojava cûda bûn û dibin siya komên çete de êrîşî destkeftiyên şoreşa Rojava kirin.

Li Bajarê Heleb ê;

Di êrîşa yekemîn ya kokên çete ku El Nusra Pêşengtiya wan dikir hin endamên ENKS ê pêşengtiya êrîşê kirin û gelek ji wan hatin kuştin piştî vê bûyerê di bin navê;  Yusif El Ezma, Tabura Azadî, tabura Selahadîn, tabûra Komele xwe bi rêxistin kirin û êrîşî gundê Qistel Cindo yê kantona Efrînê kirin di heman demê de li Til Hasil, Til Eran kom kujî pêkanîn û gelek şaneyên razayî çekirin û gelek  çalakî teroristî li hember  navend û saziyên sivîl pêkanîn.

Kobanê; 

Li herêma Kobanê jî hewil dan ku di navbera komên muxaleftê û YPG`ê de şer derbixin. Di heman demê de li ser cotkarên Heşîşê sîleh belav kirin da ku bikaribin hemberê YPG`ê, piştî ku hemû pîlanên wan têk çûn reviyan Turkiya, ji aliyê xwe ve Dewleta Turk ew bi rêxistin kirin û gelek ji wan tevlî çeteyên DAÎŞ ê bûn. Li gorî hin welatiyên Kobanê ku gelek ciwanên girêdayî ENKS ê di nav refên DAÎŞ ê li bajarê Munbic û Cerablus  dîtine û gelek ji wan di berxwedana Kobanê de li ser destê hêzên YPG ê hatin kuştin.

Cizîrê;

Di despêka aloziya Sûrî de ENKS ê bi dehan rêxistinên ciwana ava kirin, girêdana wan bi muxalefet Istenbol û Dewleta Tirk hebû lê piştî demi pîlanên wan têkçûn vê care bi dest ava kirina tabûrên leşkerî kirin. Li kantona Cizîrê di bin navê tabura Mişel Temo, Neviyên Berzanî, Şêx Maşûq de xwe rêxistin kirin, taburên girêdayî ENKS ê yekser bi Cephet El Nusra re têkildar bû. Ev têkiliyên wan di şerê Serêkaniyê de aşkere bû, di şer de nav Cephet El Nusra de êrîşê Serêkaniyê kirin. Di şerê Serêkaniyê de gelekî endamên wan hatine kûştin û gelek jî birîndar bûn. Piştî ku şikestin wan ya eskerî berê xwe dan  Hewlêrê û care din xwe komî ser hevkirin ûhatin perwerde kirin, Ev kesên ku perwerda a dîtin derbasî Rojava hatine kirin.  Di xeta Dêrikê û Qamişlo de hember navendê YPG`ê  teqîn pêk anîn û li  Pêşiya asayîşa Tirbespiyê jî teqîn pêk anîn , li Qamişlo cem dibistana Erebîstan, li Dêrikê çalakiyên teqînê pêk anîn. Di heman dem; de PDK ê gelek şaneyên razayî ava kirin ku bi karê Istoxbaratî li nav Rojava di meşînin.

Çawa PDK êpêşmerge ava kirin

Ciwanên kurd yên ji ber leşkeriya rêjîma Sûrî di revîn  û beşek ji civaka Rojava    penaberî Başûr bûn, PDK  ew li qampên Başûrê Kurdistanê komkirin, ev kamp ji aliyê asayîşa PDK`ê ve hatine dorpêçkirin û rê nedan ku xort ê bixebitin ew necarî rahiştina çek kirin. Hejmara ciwanên ku tevlî pêşmerge bûn pir kêm bûn ji xwe  Piştî demekî beşek ji Pêşmergûên Rojava koçî welatên Europî kirin. Hejmara pêşmergeyê Rojava beriya koçberiya Ewrupa nêzî 2heza çekdar bû.

Li kêleka komên çete şer dikin

Di sere Heleb  û Laziqiyê de beşek ji pêşmergên Rojava tevlî Ehrae Elşam û El nusra bûn tê gotin ku ber 7 meha nêzî 300 pêşmerge derbasî çiyayê kurda bûn û nêzî 230 pêşmerge derbasî Bakurê Helebê bûn, di êrîşa balefirên Rûsî de li ser çiyayên Kurda zêdeyî 30 pêşmerge hatin kuştin lê PDK ê heya niha eşkere nekir ye di heman demê de di gelek ji wan li herêma Ezazê  hatin kuştin.

Gelê Rojavayê Kurdistan dibêje kesê revoke nabin şoreşger, kesê ku destê wan kuştina zarokê mede heye û li kêleka dijmin şer dikin sibe werin Rojava wê li dijî destkeftiyên şoreşê bi xebitin û wê rojava  bikin navedên çeteyan.

Amed Denîz

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): GELO  RASTI  PESMERGE  HENE  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.