Emîne Erdoğan dîsa ji bona piştgîriya zagoneke dina ya zayendîparêz li ser dikê ye
Kadın / 08 Ekim 2017 Pazar Saat 16:51
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Yek ji mînakên herî ber bi çav ya hilweşîna pergala faşîzmê di vê serdemê de, mirov dikare dîktatoriya faşist ya Tirkiyê ango Erdoğan bibîne

Gor xûya dike serdem jî nikara faşizma zayendîparêz ya pergal û dîktatoran rake. Her ku diçe ji ber vê zihniyetê dinya ber bi qeyranên hê kûrtir ve tê dehfdan. Dîktatorên serdemê hê jî bi rêbazên berê di bin maskeyên qiralan de hewl didin rûtbûna xwe veşêrin. Lê belê zû de, di milê civakê de rûtbûna qiral hatiye eşkerekirin, lê belê hê jî dîktatorên serdemê serî li vê lîstoka xwe ya dîrokî didin. Xeyala Erdoğan ya avakirina împaratoriya demên Osmaniyan, bûye yek ji armancên sereke ya têkoşîna dewleta Tirk. Erdoğan bi bikaranîna ola îslamê  dixwaze xwe bixe paşayê nû yê Tirkiyê. Ev ji xwe tiştekî nû nîne : di şexsê Erdoğan û partiya qaşo ya pêşketin û edaletê de zilamê desthilatdar dixwaze pergala xwe ku ber bi intixarê ve diçê, biparêze ji ber vê jî maskeyek nû lê bike. Ji bo parastina vê pergala kirêt pêwîstiyên xwe bi leşkeran heye, lê di vir de Erdoğan ber bi pirsgirêkekî mezin disekine. Zilamên Erdoğan piştî darbeya 16 Tîrmehê nema bawerî didin wî ew jî li hemberê zilamên xwe bê bawer bûye. Ji bona vê Erdoğan bi rêxistinkirina jin dixwaze xeyala xwe pêk bîne.  Jin ku ji xwe bi hezaran sal in bi her awayî hatiye bikar anîn,  îro jî Erdoğan ji bo xwe gihandina armancên xwe ên qirêj hewl dide jin bişixûlîne.

Erdoğan ne tenê jinên civakê heman dem hevsera xwe jî ji bona armancên xwe yê desthilatdariyê dişûxûlîne. Di demên dawî de, hevsera Erdoğan ji bona vê yeke dikeve di nav liv û tevgerê. Emîne bûye  mînaka herî ber bi çav ji bo vê têzê. Bi rêya Emîne jinên Tirkiyê tên rêxistinkirin ji bo çêkirina leşkerên nû yên Erdoğan. Bi nîşandana Emîne wekî jina îdeal, AKP dixwaze modelekî ber jinên Tirkiyê deynê. Dibe ku bangawaziya Emine ya zarokanîna xwezayî ne xirab be, lê di bin de fermana çêkirina zarokan tê dayîn. Dibe ku ziyaretkirina jinên ku nû bûne dayîk ger ji ber berjiwendiyê siyasî nebe erênî be, lê di bin de motîvekirina jinan ji bo zêdekirina jimara zarokan heye. Emine Erdoğan ku bi xwe dayîk e, piştgiriya vê yekî dike. Li vê derê mirov pir vekirî di kesayeta Emîne de jina ku bi temamî di milê zilamê zayendîparêz de çewa tê  bikaranîn dikare bibine. Emîne bêyî ku di ferqa wê de be mohreke mezin li zagonên kolekirina xwe û jinên Tirkiyê dixe. Li Tirkiyê demeke hemû zilam rûniştine û ser mafê jin yê kurtajê (zarokanîna jin) niqaş dikin û biryaran digirin. Mafên ku jinan bi salan ji bona wê berdêl dane û bi dest xistine bi avayeke berovajîkirî dixin rojevê û van mafan dîsa di nava zagonan de reş dikin. Li vir mesele kurtaj yan jî zarokanîna jin nîn e, di bin van biryaran de rastiyeke dîrokî û nêzîkatiyeke bîrdozîk heye. Weke jin em van mijaran tenê nikarin siyasî bigrin dest, ev raste rast destwerdana maf û xwezaya jin e. Bi van niqaş û rojevan ya rast careke din konseptên ku li derdora jinê yê vê serdemê derdikevin holê. Her ku di siyaset û pergala ku bi raman û destê zilam tê meşandin qeyran tên jiyîn di serî de berê xwe didin jin. Gelo yê bi pêngaveke çewa bikarin mijara bingehîn veşêrin û rojevê berovajî bikin. Ya ku niha tê kirina ev e, Erdoğan ku heya qirikê ketiye nava qeranan, bi van rojevan hewl dide hemleyeke nû bike. Hemleya vî jî bi xistin û bi xwe ve girêdana jine.  Vê çekê jî bikar bîne. ji xwe li Tirkiyê ti dem û dezgahên ku nexiste jêr xizmeta xwe nehişt, niha jî jin xistiye armanc û rojev li ser rojevan çêdike.

Diruşmayên van deman yê Erdoğan û tevgera wan, dayîka pîroz, malbata pîroz, zewaca pîroz, zarokanîna zêde û niha jî Emîne Erdoğan derktiye û li van têgînan zarokanîna xwezayî zêde dike. Ya rast bi vê gotinê mafê jin yê biryardana zarokanînê dixin rojevê. Jin ku divê bi xwe biryar bide ser bedena xwe, lê AKP û Erdoğan li şûna wan dixwazin biryar bidin. Gor xûya dike Erdoğam bi nifşê heyî jî pir bawer nake bi van zagonan yê nifşeke nû û zêde çêbe û kadroyên xwe ji wan hilbijêre. Ji xwe daxistina temenê çûyîna dibistanê bi vê pêngavê hê zelaltir dibe. Emîne û Recep Erdoğan dibêjin: “Bizewicin, zarokan çêkin–em leşkeran dixwazin!” Ji bo avakirina nifşekî ku dikare piştgiriya serweriya paşayê nû bike. Erdoğan Emine mîna mariyonetekî li meydanan dide axaftin û bi destê jin li jin dixe. Ji bona vê yekê bi manipulasyonên û leystokên mezin ji aliyê desthilatdarên AKP, bi taybet di raya giştî de ev siyaset tê meşandin. Di televizyonan de vala- vala dîmenên Emîne di nexweşxaneyên dayîkan nayên nîşan dan. Vala-vala Emîne bi zarokan ser rûpelên sereke yên rojnameyan, nayê nîşan dan. Bê armanc di reklaman de  zarok  nayên bikaranîn.  Ev qaşo siyaseta pêşxistina malbatan û arîkariya wan di bin navê parastina nirxên îslamî û mirovahiye, di rastiyê de ji bangawaziyek xemilandî ji bo çêkirina zarokan ango leşkerên demê zêdetir tiştek nîn e. Çewa ku di dirokê de, her tim partiyên desthilatdaran ev siyaset meşandin, heman tişt di milê desthilatdariya AKP’ê  jî tê meşandin. Dibe ku maskeya tê bikaranîn cuda be, lê rû û hişmendiya di bin wê maskeyê de heman e.

Gor xûya dike Erdoğan ji bona serweriya xwe yê hewl bide, biyografî û sosyolojiya civakê jî bigûhere. Di bin her pêngav û gûhertineke zagonên derheqê jin, di milê nûnerên zayendîparêzên civakê de xistin û bikaranîn heye. Di bin kîjan gotinên xemilandî yê demokrasî û azadiyê de jî ev guhertin çêbin rastî berovaji ye. Dîrok û rastiya jin bi hezaran sal e ku ev rastî ezmûn kirine û maskeya zayendîparêzî û faşîzma li hemberê jinê zû de ketiye.  

Koçber Yıldız

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Emine  Erdogan  disa  ji  bona  pistgiriya  zagoneke  dina  ya  zayendiparez  li  ser  dike  ye    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.