Li Ser Etîmolojýya Wêjeya Kurdî Çend Peyv û Bersiv
Kürdistan Tarihi ve Dili / 14 Mayıs 2018 Pazartesi Saat 11:48
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bêgûman, heta li ser etîmolojiya Kurdî lêkolîneke baþ neyê kirin, wê gelek tiþtên Kurdî di tariyê de bimînin.

Bêgûman, heta li ser etîmolojiya Kurdî lêkolîneke baþ neyê kirin, wê gelek tiþtên Kurdî di tariyê de bimînin. Zimanê Kurdî ewqasî zelale ku dema xebetek amatorî jî li ser bê kirin, gelek tiþtên pir balkêþ derdikevin holê. Di vir de kok û qurmên peyvan gelekî girîng in. Di dîroka zimanê Kurdî de hinek peyv û navên Kurdî ji qurmên wan hatine qutkirin û niha wateyek etîmolojîk nadin. Di peyv û wateyê de kombînasyon bi xêra qurma peyvan çêdibe. Ger peyv ji qurma xwe bê qutkirin peyv an melez dibin anjî bi demê re tên biþavtin. Ev dibin ku peyvên bîra baweriyên olî û siyasî bin jî. Ger di van peyvan de hilweþandin bê çêkirin, bîra dîrokî xirab dibe û tiþtên civakê tên cem hev ji hev dikeve. Bêgûman ev tiþt gelek caran hatiye serê Kurdan. Mînak welatên Kurdan û baweriyên wan teqez di nav yek peyvê de bi cih bûne û wateyek hevbeþ didin.

 Di mêzekirina destpêkê de peyva Ahûra Mazda ristek teolojîk dileyze, lê dema bi baldarî li ser bê sekinandin tê dîtin ku naveroka xwe ji welatên Hûrî digire. A-Hûr- A bi du pêvekên A û A aîdiyeta peyva Hûr çêdikin. Xwedayê welatê mezin di ser vê çavdêriyê re diçe heta Gûtiyan jî. Gûtî û Gûdea hem wateyek xwedayî hem jî wateyek civakî dide. Ev sîlsîleya peyvan li gorî nêrîna me di pêvajoya Medan de jî derbasdare. Heredot peyvên Medî ji telafûsa Persan digire. Di zimanê Kurdî de tîpa “Z” di Farisî de dibe “D”. Di vê wateyê de ti pêwendiya Maden û Medya bi hev re nîn e. Ger di ser Persan re ev peyv hatibe girtin û wateyek wisa girtibe dibe, lê di etîmolojiya zimanê Kurdî de ne wisa ye. Xwedayê Serdeþt Ahûra Mazda weke maziyek kevneþopoya welat û xweda derbasî têgihîþtina Medî jî dibe. Li gorî vê çarçovê Medya û Med bi îhtîmalek mezin Mez ango Mazya ye. Ji ber ku HÛR, AHÛRA MAZDA, MAZYA, Mazdek, Mazdeîzm, Hûrrem û Hûremîzm ji Hûriyan heta Medan zîncîrek etîmolojîk ava dike.

Ev sîlsîle di gelek heremên erdnîgarî jî derdikevin pêþiya me. Mînak li milê kermanþah heremek bi navê Gabar heye. Heman sîlsîle derbasî milê Zabarya dibe û diçe heta Gabar Botanê, lê ev  sîlsîle li milê Behdînan ji ber telafûsa zimanê Erebî diþikê û ev girêdana etîmolojîk qut dibe. Li gorî me hinekî jî raman û hiþ jî qut dibe. Ji ber ku di zimanê Erebî de peyva G nîne Gabara Behdînan dibe Zabar ango Zebarî. Cabar ango Cebarî jî ji heman peyvê tê. Ev guhertinên di ziman de tên çêkirin bi demê re hilweþandinên çandî dikin û rê li pêþiya biþavtinê vedikin. Mînak di roja me ya îro de di navbara Avesta, Heste û Hêst de girêdan çêkirin gelekî zor e, lê Awesta tê wateya gotinên ji agir. Heste di zimanê Botanê de amûra agir e. Hêstên mirovan û agir ango evîn û jana ji evînê tê di zimanê Kurdî de têgehek wêjeyî ye. Mixabin ji bona girêdanek wisa di raman û dîmaxa mirovên me de çêbibe gelek kare pêwist e. Di roja me ya îro de bi qasî dûringên di nav peyvan de hatiye çêkirin, di navbara baweriyên Kurdan de jî hatiye çêkirin. Mînak: Rexmî ku di navbera Yarsan, Ehlê Heq û Ezdatiyê de cewaziyên mezin nînin jî, guhertinên wisa wan ji hev dûrdixin. Jixwe armanca van guherînan jî hinekî ev e.

Mînak di van salên dawiyê de herêma Lor û xelkên Lorî weke Faris didin naskirin. Lê dema mirov li fonetîka peyvên Kurdî yên xwemalî mêze dike, hewceyî ti nîqaþê namîne. Gor- Sor- Lor; ango Goran- Soran û Loran ji heman fonetîkê tên. Lorandin ango lorîn bi awayekî xwerû Kurdî ye. Ji bona vê  sedsalê zelalkirina hinek peyvan pêwist e. Weke mînak; Babek, Mazdek û Hûrem jî mîna peyvên jor heman tiþt hatiye serê wan. Li gorî nêrîna min ev hemû parçeyên yek gewdeyê ne û simbilê wan di çanda kurdî ya niha de hînjî zindî ye. Peyva Hûrrem ger ji xwarinê jî bê, xurînî û xwarin bê ku guhertinên mezin têde çêbibin hîn jî Kurdî ne. Ger ji Hûriyan tê dîsa heman tiþt derbasdar e. Ev pênase bes e û em derbasî wêjeya wê demê bibin.

 Du navên helbestê ku mîna stûna helbesta Erebî tê naskirin mirov gelekî didin fikirandin. Kasîde û Xazel hemû berga helbesta Rojhilata Navîn bandor kiriye. Koka peyva Qasîde ji qiseyê tê. Jixwe wateya wî jî qiseyên ji bona kesên navdar ango siltanan e. Ev peyv gelo ji Erebî derbasî Kurdî bûye ango resen Kurdî ye  ez nizanim, lê di Zaravaya Dimilkî û Soranî de jî qiseye, qisekirin û qisekerdîþ e. Ji bona vê peyvê lêkolîn pêwist e. Lê ji bona peyva Xazel ti gûmanên min nîn ku ev peyv ne Kurdî ye. Tîpa “G” di zimanê Erebî de nîn e û “X” di wateya fonetîka “G” de hatiye bikaranîn. Yanî Xazel, Gazel e. Di Kurdî de gazin her çiqasî zivîribe wateya gotina neyînî jî di kokê de tê wateya gotinan. Ev peyv diçe heta Gatayên Avasteyê. Gata, gotin in. Gata bi reformkirina gotinên Tewratê ku dibêje, “berî her tiþtî gotin hebû” mexsed û miradê me temam dike. “Gotinên ji bona yarê” di edebîyata Erebî de nêr dibe û tê wateya gotin ji bona jinê.

Yar di çanda Serdeþtî de tê wateya dost ango kesên bi Serdeþt bawer. Yarsan koma dostan e. Jixwe di vê baweriyê de wêje, bawerî û stran têkel e. Yekem taybetmendiyê vê baweriyê ev e. Ya duduyan jî çavkaniya senteza wêjeya Erebî ev bi giranî ev ray e. Mecûsiyên ku qala wan di nav ola îslamiyetê de tê kirin bi giranî ji vê rayê tên. Raya tûnd tê jêkirin, raya din jî bi giranî deforme dibe. Lê ev raya ku bi demê re tê deforme kirin, di wêjeya Erebî de sentezekê ava dike. Gazel, dubeyt, Rûbayî (çarîn) her çiqasî berê jî hebin, bi giranî di wêjeya Erebî de têne sentezkirin. Dubeyt û çarîn weke çavkanî ji Avesta û ola Serdeþtî (zerdeþt)tên. Ji ber vê sedemê serzemîna Kermanþah û Lor hem wêjeya Farisî hem jî wêjeya Erebî pir zêde bandor kiriye û heta bûye çavkanî. Dibistana wêjeya Kurdî ya yekem risteke bi vî rengî dileyze. Behlûlê Medî risteke mezin di vê dibistanê de dileyze. Mirov dikare bêje ku hosteyê helbesta dumalik (dubeyt) ev kes e. Helbestên wî di heman demê de çavkaniya gulbangên Yarsanan e jî.

       Ew watey yaran, ew watey yaran

  Ême dêwanyîn ew watey yaran

       Henî megêlin yek yek þaran

  Ta zinde kerim Ayîn Êran

        Dubeytên Behlûlê Medî pir bi hêsanî dikarin bibin çarîn. Ger bi tevna çarîn bêne nivîsandin, ji bilî rêza sisiyan a serbest mirov nizane ku dumalik in. Jixwe çarîn û rubaî di vir de ji hev cuda dibin. Di çarînan de ne gengaz e ku sê rêzik bi qafiye yek jî bê qafiye be. Ger wisa bê nivîsandin jixwe dibe rubayî. Serkeftina wêjeya Erebî ewqas e. Mînak:

     Ew watey yaran, ew watey yaran

We qanûn þert ew watey yaran

Çendê mewla bim girdiman þaran

Yaranim kerden we qeway maran

        Ev jî dumalik e, lê min weke çarîn nivîsand. Ev ne rubaî ye, lê mirov dikare bêje çarîn. Ji bona çarînê misogeriyeke rêza sisê ya serbest nîn e. Diyar dibe ku koka helbesta Rûbaî ji dumalikan tê. Dumalik dibe Çarîn, Çarîn jî veguheziye Rubayiyan. Piþtî Behlûl bi rêzê weke: Baba Hetemê Loristanî, Babe Lorey Loristanî, Babe Necûmê Loristanî bi giranî Husn ul Îrtîba kirine. Yanî helbestên Behlûl dewlemend kirine. Cewaziyeke wan a mezin ji Behlûl nîn e. Ev helbesta Baba Hatemê Loristanî vê rastiyê pir eþkere dike;

     Remz dêwane, remz dêwane

Hateme nanê remz dêwane

Danay amenan we bêbahane

Ez wêlim çenî ê rew û rane

         Piþtî vê þaxa bingehîn þaxa Baba Tahirê Ûryan heye. Li ser Baba jî gelek gotegotên spekulatîf hene. Hem ji aliyê Ereban ve hem jî ji aliyê Tirkan ve tiþtên bê binî û bê bingeh hatine gotin. Mûcîzeya Baba bi bûna Erebî ango dînê Îslamê ve girêdidin. Mînaka Uryan yek ji vê ye. Lê divê em di nasnameya Baba de xwe mîna wan gotinên bê binî biçûk nekin. Kurd e ango ne Kurd e divê nebe mijara nîqaþê jî. Em dizanin ku Helbestên wî ji bilî Yarsanan ti alî nadin jiyankirin. Baba Tahirê Uryan di helbestên xwe de hemû wêjeya berî xwe vedihewîne. Hem Çarîn hem jî Rubaî ji Baba û vir ve pêþ dikeve. Dumalikên Behlûl veduguhezîne Çarîn ango Rubayiyan. Dibe ku yên destpêkê Avestayê di pêngava Îslamê de reforme dike jî ew be. Helbestên wî reformekirina Avestayê ne. Rista Baba di vir de veþartiye. Ew van  herdu malikên Behlûl dike jiyanî.

     Çendê mewla bim girdiman þaran

     Yaranim kerden we qeway maran

Di cewherê xwe de baweriya Yarsanî ango Ehlê Heq ev bi xwe ye. Ger Behlûl bertek be, Baba rêxistin e. Yarsantî li ser demarê Zerdeþtî ji Þîatiyê gelekî radîkaltir e. Mirov bi hêsanî dikare jê re bêje mezhebeke Zerdeþtî ye. Hevsengiyeke di navbera Þîa, Îslam û Zerdeþtiyê de çêkikiriye. Li gor vê rastiyê jî Baba reformgereke gelekî mezin e. Xemgîniya Baba ji ber þertên heyî ye. Ew van encaman dike helbest. Helbestên wan nixumandî ne. Helbest bi awayekî dibe peywendiya navbera Yaran. Jixwe Yarsantî ev bi xwe ye. Ger dema mirov li etîmolojiya van  baweriyan mêze bike, mirov wê vê rastiyê pir baþ bibîne. Yarsan û Kakayî di wateya dost û bira de hatiye bikaranîn. Ji ber vê rastiyê jî peyv hemû bi kodin. Wêjeya raya yekem nîv wêjeyî nîv bawerî ye. Mirov dikare her sê komikên Kurd ên baweriyê di vê rayê de kom bike. Êzdî, Yarsan û Elewî parçeyên vê dibistanê ne.

Baba Tahir me gotibû ku yekem nivîskarê Rûbayiyan e. Qasîde û Gazel çavkaniya xwe ji çarînên Baba digirin. Ji Baba kevintir þêwazekî bi vî rengî nehatiye dîtin.

     Ez ew sotîdilê bê pî û ser im

Ku dilê sotî bi eþqa dîlber im

Dilê min daxdayî ye ji lalerûyan

Di demarên xwe de xwedî niþter im.

Jiyan Bihar

Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ziman  Kurd  weje  kurdi  kurdistan  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.