ÎTÎFAQA AKP-MHP'Ê Jİ BO TEVLÎ OPERASYONA KANDÎLÊ BİBİN PEREYAN Lİ ÇETEYÊN OSO BELAV DİKE
Haberler / 20 Haziran 2018 Çarşamba Saat 15:51
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Derket holê ku îtîfaqa AKP-MHP ku ji bo tevlî êrîşa dagirkirina Efrînê bibin 11 milyar dolar dabû komên çete yên OSO, niha jî ji bo heman çete tevlî eniya pêş a operasyonek îhtîmal a li ser Qendîlê pêk were, pereyan belav dike.

EFRÎN - Derket holê ku îtîfaqa AKP-MHP ku ji bo tevlî êrîşa dagirkirina Efrînê bibin 11 milyar dolar dabû komên çete yên OSO, niha jî ji bo heman çete tevlî eniya pêş a operasyonek îhtîmal a li ser Qendîlê pêk were, pereyan belav dike. Li gor agahiyan, ji her grubekî çeteyan mecburî tevlîbûn tê kirin û her serê çeteyek mehane 800 dolar, çeteyên ku bi dilxwaz tevlî bibin jî wê meaşê wan zêdetir be.

Serokê Giştî ya AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP'ê ji bo êrîşa dagirkirina Efrînê, komên çete yên di bin navê Artêşa Azad (ASA) kom kiribû û ji bo di eniya pêş de êrîş bikin 11 milyar dolar pere li wan xerc kiribûn. Di pêvajoya êrîşê de ku gelek çete li dijî leşkerên TSK'ê nerazîbûn dabûn, di vîdeoyê de fermandarekî TSK û nûnerê MÎT'ê ji çeteyên ku zahmetiyê derdixistin diyar kiribûn ku wan 6 milyar dolar meaşê we daye û 5 milyar dolar jî li we hatiye mesrufkirin, li xwe mikûr hatibûn.

5 hezar û 500 çete wê tevlî bibin

Li gor çavkaniyekê ji Ezazê ragihand, serçeteyekê ji Firqet el Hemzê jê re gotiye ku rayedarên hikumeta AKP û MÎT'ê bi wan re civîn li darxistine û di civînê de ji bo ew tevlî eniya şer a operasyona li ser Qendîlê bê kirin, talîmat hatiye dayîn. Serçete, destnîşan kiriye ku di civînê de hatiye gotin ku ji bo her çeteyên tevlî bibe mehane wê pere jî bê dayîn. Hat destnîşankirin ku ji her komek mecburî tevlîbûn wê çêbibe, eger yê bi dilxwazî tevlî bibin wê meaşê wan zêdetir be. 

Her wiha di civînê de ji her komek çeteyê hejmara xwe ya di operasyona Qendîlê de cih bigirin hatiye diyarkirin û li gor wê wiha ye;

Lîwa Silêman Şah -200 kes, Sultan Murad -200, Ehrar El-Şerqiye-200, Ceyş El-Ehfed-200, Ehrar El Şam-200, Telaêh El-Nesir-200, Lîwa El Muntesir -200, Ceyiş El Mixbê-200, El-Cebhe El Şamiye-200, Firqet el-Hemzê 500 û Feyleq el-Şam 1000 kes tevlî bibin.

Hat destnîşankirin ku ji bo hejmara beşdarbûna operasyonê bigihîjinin 5 hezar û 500 kesî wê meaşê wan zêdetir bikin.

AKP ji bo şer pereyan li çeteyan belav dike

Hat destnîşankirin ku her çeteyek wê mehane 800 dolar bidin, lê yê bi dilxwazî tevlî bibin û di eniya herî pêş a operasyonê de bin wê meaşê wan zêdetir bikin. 

Hat nirxandin di demekê ku aboriya Tirkiyê bi têkçûnê ve diçe de, butçeya heyî ji şer û bi taybetî jî ji çeteyan re xerckirin, wê bibe sedema nîqaşên mezin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Qandil  Operesyon  Oso  AKP  MHP  ASA  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.