Li Efrînê Çalakiya Sabotajê: 7 Leşker Û Çete Hatin Kuştin
Haberler / 21 Haziran 2018 Perşembe Saat 14:17
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
QSD bi pêşengtiya şervanên YPG/YPJ li Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker çalakiyekê sabotajê lidarxist. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşker û 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

EFRÎN- QSD bi pêşengtiya şervanên YPG/YPJ li Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker çalakiyekê sabotajê lidarxist. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşker û 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

 

QSD di pêşengtiya şervanên YPG/YPJ’ê de di çerçoveya Pêngava Duyemîn de li Efrînê li dijî çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker rêze çalakiyan lidardixin. Li gor agahiyên çavkaniyeke ku ji navenda Efrînê ji me re ragihand îro di danê sibehê de li taxa Efrîna kevin a navenda Efrîn ji aliyê şervanên YPG/YPJ ve çalakiyek sabotajê hate lidarxistin û di encama vê çalakiyê de 2 ji wan leşkerên tirk 7 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

 

Çavkanî ragihand ku ji ber van çalakiyan metirsiyên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê pir zêde bûye. Her wiha da diyar kirin ku ji ber metirsiyên xwe çete xaniyan ji dûr ve gulebaran û top baran dikin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): QSD  YPG  YPJ  Calaki  Efrin  Tirk  Cete  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.