Çeteyan Li Efrînê Keseke Din Jî Qetil Kir
Haberler / 22 Haziran 2018 Cuma Saat 13:57
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê piştî kuştina bijîşkekî sivîlekî din a ji êla îmeratan kuşt. Ji ber bûyerê polîsên sivîl û leşkerî ji bo kes ranebe xwepêşandanan ketin seferberiyê.

EFRÎN – Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê piştî kuştina bijîşkekî sivîlekî din a ji êla îmeratan kuşt. Ji ber bûyerê polîsên sivîl û leşkerî ji bo kes ranebe xwepêşandanan ketin seferberiyê. 

Li Efrînê pêr ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve avêtibûn ser mala bijîşkê bi navê Samî El-Ferac û xwestibûn ew ji malê derbixin û di encama nerazîbûnê hatibû kuştin, hat gotin ku çeteyan kesekî din jî kuştine.

Li gor agahiyan duh piştî kuştina bijîşk girse derketibûn kolanan û buyerê şermezar kiribûn, ji aliyê çeteyan ve hatibûn gulebarankirin jinekê navê wê hêj jî nehatiye zelalkirin jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bibûn. Hat gotin ku yek ji wan kesên birîndar bibûn vê sibê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor tê gotin ku kesê bi guleyên çeteyan birîndar bibû ku navê wî nayê zanîn, ji duh ve ji ber çeteyan nedihiştin ew bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hat destnîşankirin ku çete û leşkerên dewleta tirk ku derveyê Efrînê li cihên bilind rawestiyane, polîsên sivîl û fermî jî ji bo girse dernekevin kolanan û çalakiyên şermezarkirinê pêk neyinin ji duh êvarê ve her tax û kolanan girtine û derketina kolanan hatiye qedexekirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Tirk  Cete  Seferberi  Xwepesandan  Polis    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.