Ev Çi Têkiliye: Tirk 13 Kesên Başurî Girtin Radestê Nusra Kir Wan Jî Da PDK’ê
Haberler / 26 Haziran 2018 Salı Saat 13:14
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hat ragihandin ku dewleta Tirk di dem û cihên cuda yên Tirkiyê de careke 8, careke 5 kesên sivîl ên ji eslê xwe bajarê Silêmaniyê ne, girtine û ew radestê Cebhet El Nûsra kirin û wan jî radestê rayedarên PDK’ê kirine.

DUHOK – Hat ragihandin ku dewleta Tirk di dem û cihên cuda yên Tirkiyê de careke 8, careke 5 kesên sivîl ên ji eslê xwe bajarê Silêmaniyê ne, girtine û ew radestê Cebhet El Nûsra kirin û wan jî radestê rayedarên PDK’ê kirine. Heman tişt beriya şerê Efrînê jî dewleta Tirk carek 150 û carek jî 80’ê kesên eslê xwe Silêmanî radestê El Nusra kiribûn û wan jî heman şêwazê dabû PDK’ê. Li gor agahiyan, 15 roj berê dewleta Tirk di sînorê hûndirê Tirkiyê de 8 kesên sivîl ên ji eslê xwe bajarê Silêmanî ya başurê Kurdistanê ne binçav kirine. Piştî girtinê, di ser Efrînê de radestê serçeteyên Cebhet El Nûsra kirine. Li gor agahiyên ji heremê hatî girtin, rayedaren El Nûsra jî, bi hatina şandeyek ENKS’ê re di ser Hatayê de anîne Deriyê Xabûr û radestê rayedarên PDK’ê hatine kirin.

 

DEWLETA TIRK 5 KESÊN DIN RADESTÊ CEBHET EL NÛSRA KIR

Li gor agahiyan 5 kesên din jî çend roj berê ku pasaporta Iraqê bi wan re û eslê xwe ji Silêmaniyê ne ji aliyê dewleta tirk ve hatine binçavkirin û ew jî di ser Efrînê de radestê çeteyên El Nusra hatine kirin. Hat destnîşankirin ku amedekarî tê kirin bi riya şandeyeke ENKS’ê careke din bînin ser sînorê û radestê rayedarên PDK’ê bikin. Hat gotin ku serçeteyên El Nûsra pêşî rasterast bi rayedarên PDK’ê re dikevin têkilî û li ser daxwaza wan bi şandeyên ENKS’ê re tînin ser sînor û ew radestê PDK’ê tên kirin.

 

ÇIMA DANÛSTANDINEK WISA?

Hat bibîrxistin ku beriya şerê Efrînê dewleta tirk carek 150 û carek jî 80 kesên sivîl ên eslê xwe ji Silêmaniyê ne, binçavkiribûn piştî çend rojan di ser Hatayê de radestê çeteyên Cebhet El Nûsra yên li Idlibê kiribûn û wan jî piştre radestê rayedarên PDK’ê kiribûn. Dubarekirina heman bûyeran, di hişê mirovan de pirs çêdike ku di hiqûqa nav du dewlet an jî welatan de dema binçavkirin an jî derxistina derveyê sînor de, bi riya dîplomatîk bi nûnerên dewletan re têkilî tên danîn, lê niha çima têkiliyek a El Nûsra, PDK’ê re tê danîn. Hat gotin ku ligel bi hemû welatiyên ji Silêmaniyê pasaporta Iraqê bi wan re hebûye jî dewleta tirk dema radestkirina van kesan de tu têkiliyekê dîplomasiyê bi hikumeta navenda Iraqê re an jî hikumeta Herêma Kurdistana Federal re dananiye û rasterast radestê El Nusra kiriye û wan jî di ser ENKS’ê de radestê PDK’ê kirine.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): PDK  Tirk  cete  El  Nusra  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.