Berxwedana Serdemê: Di Çalakiya Li Dijî Karwanê TSK’ê De 23 Leşker Hatin Kuştin
Haberler / 03 Temmuz 2018 Salı Saat 12:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Di çerçoveya berdewama “Berxwedana Serdemê” de QSD`ê bi pêşengtiya YPG û YPJ`ê rêze çalakiyên bi bandor berdewam dikin. Şervanan duh çalakiyek li hemberê karwana ku ji 20 wesayîtên zirxî ya TSK’ê û OSO pêk dihat lidarxistin û di encamê de 23 leşker û çete hatin kuştin û nêzî 40`î jî birîndar bûn.

Di çerçoveya berdewam kirina “Berxwedana Serdemê” de QSD`ê soza lidarxistina çalakiyan di hundirê Efrîn û navçeyên wê de dabûn. Duh di saetên êvarê de şervanên QSD`ê bi pêşengtiya YPG û YPJ`ê berdewama vê sozê anîn û çalakiyeke bi bandor li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa lidarxistin.

Duh di danê êvarê de dema ku artêşa dewleta tirk û çeteyên OSO karwanek ji nêzî 20 panzêr û erebeyên zirxî di nava Efrînê û navçeya Şêrewa de digerandin û leşkerên xwe li her taxê belav dikirin, li gundê Basilê ya girêdayî navçeya Şêrewa YPG û YPJ bi ser de girtin û çalakiyeke bi bandor lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 23 leşker û çete hatin kuştin û nêzî 40`î jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku gelek wesayîtên zirxî jî hatine rûxandin. 

Çavkaniyekî ji herêmê da diyarkirin ku ji saetên siharê ve balafirên şer û yên keşfê bi ser navçeya Şêrewa de bê navber digerin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YPG  YPJ  Efrin  berxwedan  Serdem  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.