Erdogan Sivîlan Bi Pereyan Ji Bo Operasyona Qandîl Bikar Tîne
Haberler / 17 Temmuz 2018 Salı Saat 12:26
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hejmara çeteyên ku tevlî operasyona Qandîl bibin zêde bike, wan bi zêdekirina mûçeyan û peydakirina hemî pêdiviyên jiyanî dixapîne. Bi vî rêbazî xwe dighîne sivîlên ji her derê û wan tevlî komên çete dike.

Dewleta Tirk a dagirker hewil dide hejmara çeteyên ku tevlî operasyona Qandîl bibin zêde bike. Vê yekê bi riya zêdekirina mûçeyên wan û peydakirina hemî pêdiviyên wan ên jiyanî pêk tîne. Bi taybet li ser sivîlên feqîr pêk tîne û wan ji xwe re dike hedef.

 

Bİ TAYBET KESÊN FEQİR DIKIN HEDEF

Ji wan kesên ku dewleta Tirk dixwaze wan di operasyona dagirkirinê de bikar bîne, sivîlê bi navê Ehmed M. ku malbata wî feqîre û ji aliye çeteyan ve mala wî hatiye talankirin axivî û wiha got: “ez kesekî feqîrim û tu kar jî di destê min de nîne, zarokên min biçûkin û gelek pêwîstiyên wan hene, ez nikarim van pêwîstiyan bi cih bînim. Ji ber vê yekê ez neçarim biçim tevlî artêşê bibim, ji ber ku min bihîst dibêjin ewê li Îraqê li çiyayê bi navê Qandîl operasyonekê li dar bixin, li ser vî esasî ew dibêjin kesê ku tevlî vê operasyonê bibin wê 700 dolar bidin wî û hemî pêdiviyên wî yê jiyanî pêk bînin tenê ji me dixwezin em li wê çiyayî şer bikin.”

Tê zanîn ku berî niha jî dewleta Tirk bi komên çete yên girêdayê wê (OSO) re civîn lidarxistibû û ji bo tevlî operasyona îhtîmal a ser Qendîlê bibin pere li wan belav kiribû. Dewleta Tirk ku niha negihiştiye hejmara ku armanc kiribû, niha jî ketiye pey sivîlan û bi taybet jî sivîlên ji ber şer û pêvçûnên çeteyan mexdur bûne û dixwaze wan di operasyona dagirkirina Qendîlê de bikar bîne.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Oerasyon  Qendil  Tirk  sivil  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.