Di Navbera Dewleta Tirk û Çeteyên OSO De Li Her Derê Pevçûn Heye
Haberler / 20 Temmuz 2018 Cuma Saat 09:05
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN – Pêvçûnên di navbêra komên çete yên OSO ku girêdayên dewleta Tirk de her çiqas diçe zêde dibin.

Pêvçûnên di navbêra komên çete yên OSO ku girêdayên dewleta Tirk de her çiqas diçe zêde dibin. Tê gotin ku sedema pêvçûnan piranî li ser parvekirina xenîmetê ye, her wiha li ser rêbendên kontrolê û ji ber fona komek kême ya din zêdeye li hember rayedarên dewleta Tirk jî nerazîbûn hene. Di dema pêvçûnan de ji bo sivîl li hemberê koma din derkeve bi zorê ji malan derdixin û di kolanan de çalakiyên şermezarkirinê ferz dikin. 

Nakokiyên ji ber xenîmet li ser hevdû parvekirin, dizî, talanî, tecewiza jinên ciwan û parvekirina rêbendên kontrolê di navbera çeteyên OSO ku ji aliyê Serokê AKP’ê Erdogan ve wek e “Kuvayî Millî” hatiye îlankirin de her roj pevçûn rû didin. Vê carê jî ji ber sedema daxwaza çeteyan a mûçe zêde kirinê, piştî dagirkirina Efrînê daxwaza dewleta Tirk ji bo vekşînê û daxwaza dewleta Tirk a ji bo tevlî kirina wan operasyona Qandîlê û ji ber sedema red kirina çeteyan her roj di navbera dewleta Tirk û çeteyên OSO de bi çekên giran pevçûn diqewimin.

Li gor agahiyan di encama van pevçûnan de ji herdû aliyan kuştî û birîndar hene. Hat destnîşankirin ku ji ber ev pevçûn di nava sivîlan de diqewimin û dema pevçûn diqewimin herdû alî li qadên ku tê de şer dikin bi darê zorê gel ji malan derdixin û ji wan dixwezin ku meş û çalakiyên ku aliyê din red dikin lidarbixin. Her wiha herdû alî jî wan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin, guleyan bi ser sivîlan de jî berdidin û bi dehan zarok, jin û kal dibin qurbanî.

 

PEVÇÛNÊN KU Dİ VÊ HEFTÊ DE Dİ NAVBERA ÇETEYÊN OSO Û DEWLETA TİRK DE QEWİMÎNE

Di navbera çeteyên ku xwe li ser rêbenda kontrolê ya gundê Dêr Belûtê ya girêdayî navçeya Cindirêsê bi cih kirine û çeteyên ku xwe li gundê  Atmê bi cih kirine de, li ser riya di navbera herdû gundan de pevçûn rûdan. Dewleta Tirk jî ji bo çeteyên ku xwe di gundê Atmê de bi cih kirine yên ku hemî perspektîfên wan pêk tînin re 2 tang û 20 erebeyên leşkerî û cebxane rê kirin. Li gorî agahiyan herî kêm ji her fesîleyekê 30 kes hatine kuştin û bi dehan birîndar hene.

Li gundê Hec Iskender a girêdayî navçeya Cindirêsê jî di navbera çeteyên OSO û dewleta Tirk de ji ber sedema nevekşîna çetan ji Efrînê û redkirina tevlîbûna operasyona Qandîl bi çekên giran pevçûn rûdan. Her wiha dewleta Tirk nuqteyên wan tesbît kirin û bi balafiran li nuqteyên wan da. Gelek Kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Duh 18’ê tîrmehê di saet 06.00`an de heyanî saetên êvarê di navbera Çeteyên OSO û dewleta Tirk de li gundê Kûra ya girêdayî navçeya Cindirêsê bi çekên giran pevçûn qewimîn. Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku  ji sibehê heyanî êvarî pêvçûn berdewam bûn. Di dema pêvçûnê de çeteyên ku xwe di wî gundî de bi cih kirine li deriyê sivîlan didan û bi darê zorê ew derdixistin kolanan ji bo ku li dijî aliyê din derbikevin û bêjin gel bi me re ye, yê ku dernediket rastî îşkencê hatin. Her wiha çavkanî anî ziman ku li hin aliyên gund jî çeteyan gel ji malan derdixistin û weke mertalên zindî bi kar tînin û wiha dom kir: “Lê ji ber ku jiyana sivîlan ji bo herdû aliyan ne girînge pir rihet guleya bi ser gel de ber didin. Ğelek kuştî û birîndarên herdû aliyan hene. 4 zarok 7 jin û kalek jî bûn qurbanî. Ji ber ku pevçûn nesekinîne û bi dehan birîndar hene, lê hîn li erdê ne û bê tedawî ne.”

Hat destnîşankirin ku duh jî li gundê Toxer a ku dikeve gundewarê Cerablusê di navbera Çeteyên Dire El-Furat de bi çekên giran pevçûn rûdan. Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine parvekirin. Ev pevçûn heyanî kêliya amadekirina nûçe jî berdewam bûn.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): OSO  cete  Tirk  pevcun  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.