NY Ji Tirkiyê Xwest Ku OSO Ji Efrînê Derkevin, Lê Wan Di Bin Navê ‘Polîsên Sivîl’ De Vedişêre
Haberler / 22 Temmuz 2018 Pazar Saat 13:21
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Hat diyarkirin ku ji ber kiryarên îşkence, talanî, dizî, şewitandin, revandin û kuştinê ya ji ayişê OSO ve li ser sivîlan pêk anî, NY ji dewleta tirk xwestiye an van hêzan vekişînin an jî polîsên sivîl ava bike. Li ser vê esasî ji sedî 60’ê wê ku dîsa ji endamên OSO yê pêk tê, ‘Polîsên Sivîl’ hate avakirin.

Hat diyarkirin ku ji ber kiryarên îşkence, talanî, dizî, şewitandin, revandin û kuştinê ya ji ayişê OSO ve li ser sivîlan pêk anî, NY ji dewleta tirk xwestiye an van hêzan vekişînin an jî polîsên sivîl ava bike. Li ser vê esasî ji sedî 60’ê wê ku dîsa ji endamên OSO yê pêk tê, ‘Polîsên Sivîl’ hate avakirin.

Piştî dagirkirina Efrînê, kiryarên endamên komên çete yên OSO û TSK’ê yên weke kuştin, talanî, dizî, şewitandin, revandin, îşkence û hwd a li ser sivîlan her çiqas diçe zêde dibe, di hêla binpêkirina mafê mirovahiyê de ji aliyê rayagiştî ve zextek mezin li ser Neteweyî Yekbûyî (NY) kir. Li ser vê zexta NY, dewleta tirk neçar ma di bin nave ‘Asayîşa’ nav bajarî “Polîsên Sivîl” ava kir.

 

POLİS JI SEDİ 60 ZÊDETIR JI ENDAMÊN OSO PÊK TÊN

Li gor agahiyên ji heremê hatin parvekirin, dewleta tirk a dagirker vê avakirina polîsên sivîl ji sedî 60’î zêdetir ji endamên OSO pêk tê. Hat diyarkirin ku ev yekîneya polîsan, ji her komekê OSO yê 25 kes hatine hilbijartin û di nava polîsan de hatine bi cih kirin. 

Li gor rêjeyên saziyên sivîl ên ji nava Efrînê tên dayîn û her wiha agahiyên niştecihên heremê bi riya ragihandinê tên belavkirin de, piştî dagirkirina Efrînê, di nava wan de jin û zarok jî heye hezaran kes hatine revandin, talanî, îşkence, dizî, şewitandin, kuştin û hwd li ser sivîlan tên meşandin. Herî dawî ji aliyê Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê bûyerên li Efrînê diqewime îdeayên cidî kir û destnîşan dike ku TSK û OSO piştî Efrînê dagir kirin, herî kêm 3 hezar kurd hatine revandin û li gor texmînan bi tevahî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin, her wiha ji bo Êzidî û Elewiyan tu qada jiyanê nemaye.

Rapora rêxistinê ku cih dide agahiyên piştrastkirî di 10 rojên dawî de nêzî 120 mirov hatine revandin, 7 kuştin, 10 talaniyên mezin û 27 avêtina ser malan de hatiye belgekirin û hat destnîşankirin ku 4 erdên aîdên sivîlan jî hatine şewitandin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): OSO  Tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.