Li Dijî Parêzgeha Hewlêr Êrîşa Çekdarî
Haberler / 23 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 13:39
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR - Îro serê sibê demjimêr 7:30 beriya despêkirina kar, sê kesên bi çek êrîş kirin ser parêzgeriya Hewlêr. Di êrîşê karmendek avahiyê jiyana xwe ji dest da û çar polis birîndar bûn.

Îro danê sibê demjimêr 7:30 beriya despêkirina kar sê kesên bi çek, bi demance êrişî erkdarên avahiya parêzgeriya Hewlêr kirin û ketin avahiyê. Piştî ku çekdar ketin avahiyê di navbera wan û hêzên asayîşê de heya danê nivro pevçun berdewam kir. Piştî demekî di avahiyê de hersê çekdar hatin kuştin. Her wiha di vê pevçunê de karmendekî avahiyê hat kuştin û çar polis erkdarê parêzgehê birîndar bu.

Di dema ku pevçun berdewam bûn û heya qederekî piştî buyerê jî, ji bo di derbarê buyerê de ahagî neyên bilavkirin ji aliyê asayîşê ve li cihê buyerê destura weşanên zindî nehat dayîn. Piştî buyer bi dawî hat tenê tv Rudaw bi awayekî zindî li cihê buyerê weşan kir.

Rêveberê Asayîşê Hewlêr Tariq Nurî di derbarê nasnameya êrişkaran de axivî û diyar kir; ‘’ Hersê çekdar jî xelkê Hewlêr bûn, du ji wan di navbera temenê 20-25 salî bun û yek ji temen mezin bu. Heya niha armanca êrîşa wan ne hatiye zanîn di derbarê buyerê de lêpirsîn berdewame’’.

Li rexmê zererên maddi, kuştina karmendekî û birîndarbuna çar polisan jî Nurî da diyar kirin, “Saziya me karê xwe nade sekinandin û wê her îro kar berdewam bike.”

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): hewler  eris  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.