Tirsa Dewleta Tirk a Ji Zarok û Stranên Kurdî
Haberler / 28 Temmuz 2018 Cumartesi Saat 09:35
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN – Tirsa dewleta Tirk a ji zarok û stranên kurdî berdewam dike. RTUK, ji tekane televizyona kurdî ya zarokan Zarok TV re ji ber du stranan weşandiye bi hinceta “Xizmeta rêxistina terorê dike” ceza da.

Tirsa dewleta Tirk a ji zarok û stranên kurdî berdewam dike. RTUK, ji tekane televizyona kurdî ya zarokan Zarok TV re ji ber du stranan weşandiye bi hinceta “Xizmeta rêxistina terorê dike” ceza da. 

Lîjneya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê (RTUK) ji tekane televizyona kurdî ya zarokan Zarok TV re ku di dema OHAL’ê de demek weşana wê hatibû rawestandin û careke din hate vekirin re, ji ber du stranên kurdî re ceza birî.

 

EV HER DU STRAN PIR ‘XETER IN’!

Di bernameyekê Zarok TV de ku di 17’ê adarê de hatî weşandin ji aliyê zarokekê ve strana “Gula min Cizra Botanê” hatiye gotin û ji aliyê qaşo pisporên RTUK’ê ve rapora hatî amadekirin de gotinên strana kurdî bi Tirkî weke “Kurdistan; berxwedana rojhilat, berxwedana nisêbîn” hatiye wergerandin. Dîsa di bernameyekê 20’ê adarê de hatî weşandin ji aliyê zarokekî ve strana “Kurdistan pir şêrîne” hatiye gotin, ceza lê hatiye birîn. 

Li gor hinceta cezayê ku ji aliyê RTUK ve hatiye weşandin wiha tê gotin: “Rêxistinên terorê ji bo pêkanînên xwe yên bîrdoziyê bi hêztir bike serî li hin cure amuran dide. Dema vê yekê dike serî li rê û rêbazên bi çek an jî bê çek dide. Weşanên televizyonan jî di vê hêmanî de vediguhezînin amûrê propagandayê ya bi bandor. Ji bo erdnigariyekê navê Kurdistanê lê hatiye kirin û ji aliyê Komara Tirkiyê ve hebûna wê nayê qebûl kirin re, bi pesindar qal tê kirin. Bernameya ku di hêla naverok de xizmeta armanca rêxistina terror dike hatiye amadekirin de, zarokên bê parastin dikin amûrê vê armancî, teşwîqê terorê tê kirin û propagandaya wê tê kirin.”

Li ser vê esasî bi henceta vê rêgezî binpê kiriye ji dahatuya reklamê di navbêra sedî 2 û 5 de cezayê pereyê bê birîn û cezayê 5 caran rawestandina bernameyê bê birîn.

Bi vê cezayê re, nirxandina tirsa dewleta Tirk a zarok û stranên kurdî berdewam dike û bi televizyonê re zarok tên hedef girtin, hat kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): zarok  tv  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.