YNK Hewil Dide Têkiliyên Xwe Bi Tirkiyê Re Xweş Bike
Haberler / 02 Ağustos 2018 Perşembe Saat 12:33
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Nêzî saleke peywendîyên YNK’ê bi hikmeta Turkiyê re xirabune. Ji ber vê sedemê YNK demeke ketiye nava hewildanan de ku carek din peywendîyên xwe bi hukumeta Tirkiyê re sererast bike.

SİLÊMANÎ - Nêzî saleke peywendîyên YNK’ê bi hikmeta Turkiyê re xirabune. Ji ber vê sedemê YNK demeke ketiye nava hewildanan de ku carek din peywendîyên xwe bi hukumeta Tirkiyê re sererast bike. Li gorî hinek agahîyan di nava 6 mehên derbazbuyî de şandeya YNK’ê du caran seredana Enqerê kiriye û carekî ji seredana balyozxaneya Tirkiyê li Hewlêr kiriye.

 

Li gor agahiyan nêzî saleke peywendiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), bi dewleta tirk re xirabûne ev demeke di nava hewildanan de ye ku careke din peywendiyên xwe çêbike. Hat diyarkirin ku şandeyên ji rêveberên YNK’ê pêk tê, di nava 6 mehên dawî de 2 caran serdana Enqerê kiriye û carek jî serdana balyozxaneya Tirkiyê ya li Hewlerê kiriye.

 

Têkilîyên YNK Û Tirkiyê Çewa Xirabun?

Di 24’ê Hezîrana 2017’an de Tirkiyê nunertîya YNK’ê a li Enqerê daxist û ji Nunerê YNK’ê Behruz Gelalî xwest ku di navbera sê rojan de Tirkiyê terk bike. Ev pêngava Tirkiyê xirabuna têkilîyên wan gihand asta herî jor. Gelalî piştî ku gihişt Herêma Kurdistanê gotibu; ‘’Têkilîyên YNK û hukumeta Tirkiyê wisa berdewam nakin, wê di demekî nêzde sererast bibin. Lê ez carek din naxwazim erka nunertîya li Enqerê bigirim ser milê xwe, dixwazim li Silêmanî bimînim.’’

 

Girtina Balafirgehên Silêmanî

Piştî ku hukumeta Federal a Başurê Kurdistanê biryara Referandumê da û li 25 Îlûna 2017’an ev biryar pêkanî, hukumeta Bexda weke helwest dest danî ser balafirgehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmanî û derîyên Sinoran. Piştî wê ji hukumeta Bexda di 13’ê Adara 2018 an de ev qedexe rakir. Lê piştî wê Tirkiyê ev qedexe xist ser balafirxaneya navdewletî ya Silêmanî heya niha ji ev qedexe berdewame. Qedexeya Tirkiyê li ser balafirxaneya Silêmanî bandorekî neyînî ya aborî li YNK’ê û tevahîya Silêmanî kir.

 

Desteserkirina Endamên MİT’ê

 

Hêzên Taybet ên HPG’ê di 4’ê Tebaxa 2017’an de li navçeya Dukan a girêdayî Silêmanîyê ku du endamên MİT’ê yên payebilind ên bi navê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel jî heyî gelek xebatkarên wan bi operasyonekê desteser kirin. Ji ber ku ev operasyon di alana YNK’ê de pêk hatibu, dewleta Tirkiyê dîn û har bibu ji ber wê ya YNK’ê bi hinceta alîkarî daye PKK’ê suçdar dikir.

 

Hewildanên YNK’ê Ji Bo Asayîkirina Rewşê

YNK’ê piştî daxistina balafirxaneya navdewletî ya Silêmanî û daxuyanîyên rayedarên Tirkiyê yên wek ‘PKK bi temamî bandorîya xwe li ser biryarên navendî ya YNK’ê dike’, ket nava hewildanên çareserîya pirsgirêkên xwe bi Tirkiyê re.

Li gorî agahîyên ajansa nuçeyan ‘Peyamnêr’, di nava 6 mehên derbazbuyî de YNK du caran şandeya xwe şandîye Enqerê ku bi rayedarên Tirkiyê re goftuguyên çareserîyê pêşbixin. Her wiha Şandeya YNK’ê di bin serokatîya Lahur Şêx Cengî berpirsê Hêzên Dij-Teror a YNK’ê serdana balyozxaneya Tirkiyê li Hewlêr kiriye.

 

Di heman demê de di 30 Tirmeha 2018’an de berpirsê Konsulusxaneya Tirkiyê li Hewlêr Hakan Karaçay li Hewlêr serdana Mekteba Siyasî a YNK’ê kir û bi berpirsê peywendîyên giştî yê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre re runişt. Li gorî medya YNK ev hevditina li Hewlêr bûye despêkekî giring ji başbuna têkiliyên herdu alîyan. Di vê civînê de Ehmed Pire, misogeriya peywendiyekî baş û dostane di navbera herdu alîyan de da û diyar kir ku wê ev bibe sedema pêşerojekî rohn ji bo danustandinên siyasî û aborî.


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YNK  Tirkiye  Silemani  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.