Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
Haberler / 13 Ağustos 2018 Pazartesi Saat 11:54
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NÎNOVA – Li gor agahiyan Desteya Bilind a Heşdî Şabî, hêzên xwe yên li herêma Nînova bi taybetî yên li Sinûnê û Rebîa vekişandiye, çend tabur û yekîneyên xwe fesih kiriye û di bin yek fermandariya heremî de kom dike. Hat ragihandin ku di cihê hêzên Heşdî Şabî de leşkerên Artêşa Iraqê hatine bicihkirin.

NÎNOVA – Li gor agahiyan Desteya Bilind a Heşdî Şabî, hêzên xwe yên li herêma Nînova bi taybetî yên li Sinûnê û Rebîa vekişandiye, çend tabur û yekîneyên xwe fesih kiriye û di bin yek fermandariya heremî de kom dike. Hat ragihandin ku di cihê hêzên Heşdî Şabî de leşkerên Artêşa Iraqê hatine bicihkirin.

 

Li gor çavkaniyekê ji heremê ragihandî, Desteya Bilind a Heşdi Şabî biryara fesihkirina hinek tugayên xwe yên li rojhilat û rojavayê parêzgeha Nînova û çend navçeyên başurê Kurdistanê daye û dest bi xwe vekişandina ji heremê dike.  Hat destnîşankirin ku Haşdî Şabî tabur û yekîneyên xwe yên ji vê heremî vedikişîne û di bin fermandariya generalê bi navê Elî Kazim de tê komkirin.

Her wiha biryar hat dayîn ku hêzên wan ji sinorên herêma Sinûnê û Rebîa vekişin û li şuna wan tabura 15’an ya Artêşa İraqê were bicihkirin.

 

Li gorî belgeyekî fermî ya Desteya Heşdî Şebi ku bi imzeya cîgirê serokê Desteyê hatî nivisandin 7 biryar derbarê fesihkirina van taburan de hatine dayîn.

 

Di vê belgeyê de hatiye diyarkirin ku tabura Operasyonên Rojhilat û Rojavayê Nînova û Bêcî wê werin fesihkirin û di çarçoveya tugayekî di bin destê kesê bi navê Eli Kazim werin kom kirin. Her wiha wê ev tugay li derveyê Musilê werin belav kirin.

 

Her wiha hat diyarkirin ku wê taburên Rojavayê Nînova, bi temamî hêz û kelûpelên xwe yên leşkerî, li Rêveberiya Operasyonên Artêşa Iraqê vegerîne.

 

Li gorî heman belgeyê, wê lîwaya 40’î bi temamî ji navçeyên Bakurê Şengalê derkeve û li bingeha leşkerî ya Spayker bi cih bibe û berpirsatiya leşkerî radestî Artêşa İraqê ya Nînowa were kirin.

 

Biryar hatiye ku tabura 14’an a Heşdi Şabî, bi temamî çekdarên xwe paşde bikişîne û li derveyî parêzgeha Nînowa were belav kirin.

 

Piştî kişandina çekdarên Haşdî Şabî ji heremê, wê hêzên (Heşdi Şabî yên Xwecihî) lîwaya 30 ku ji kurdên şebek in, Lîwaya 50’î ya Xiristyanan, Lîwaya 53’ya Tirkmenan, Heşdi Êzdî li navçeyên valakirî bimînin.

 

Li tevahîya bajarê Musil û baregehên derdor, wê çekdarên Haşdi Şabî ku girêdayê Desteya Haşdî Şabi ne werin vale kirin.

 

Ji roja 10’ê Tebaxê û şunde fermandariya Heşdî Şabî hêzên xwe ji sinorên herêma Sinunê û Rebia paşde vekişandin. Li şuna van hêzên Heşdi Şabî tabura 15’an a Artêşa İraqê hat bi cih kirin. Hat zanîn ku li gorî biryara hatî dayîn wê hêzên Heşdî Şabî ji tevahîya Şengal û derdora wê ji paşde vekişe.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Hesdi  Sabi  NINOVA  Iraq  Vedikise  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.