ENKS, Daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û Biratiya Gelan Xirap Dibîne
Haberler / 14 Ağustos 2018 Salı Saat 09:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN – Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw TV de, daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û biratiya Gelan pir xirab nirxand û got: “Danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.”

Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw TV de, daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û biratiya Gelan pir xirab nirxand û got: “Danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.”

Bertek û daxuyaniyên nakok ên rêveberên Encumena Niştîmanî Kurdistan a li Suriyê (ENKS) yên derbarê hevdîtina şandeya rêveberiya Bakurê Sûriyê û rejîma Sûriyê ya li Şamê de berdewam dikin. Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif, derbarê hevdîtinên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a bi rêjîmê re weke ku qaşo bi mafê Kurdan difikirin û tenê Kurd di Sûriyê de hene dinirxîne. Yûsif, di daxuyaniya xwe ya li ser Rûdaw TV de  mafê hemî pêkhateyên di Sûriyê de jiyan dikin bin pê dike û weke ku pêkhateyên cuda di Sûriyê de nîne dinirxîne û daxwaza MSD`ê ya Sûriyeyeke Demokratîk û biratiya Gelan xirap dibîne. Hat destnîşankirin ku armanc ji van daxuyaniyan tenê reşkirina MSD`ê û berovajîkirina rastiyane.

 

Daxwaza Sûriyeyek Demokratîk Tiştek Xirab e?

Daxuyaniya Fesla Yûsif ya di dîroka 12.08.2018àn de li ser Rûdaw TV wiha bû:

“Pirsa Kurd di civîna wan de nayê gotûbêjkirin, tenê behsa Sûriyeyeke demokratîk û biratiya gelan tê kirin. Danûstandinên MSD`ê yên li gel rejîma Sûriyê çêdibin ne di asta siyasî û dîplomasî de ne. Tişta em dizanin berpirsên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ligel wan rûdinin. Berpirsên MSD`ê bixwe jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ew ne nûnerê gelê Kurd in û danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e. Ew ji bo Sûriyeyeke demokratîk, biratiya gelan, mafê hemû pêkhateyan dixebitin. Ew ji bo îdeolojî û sîstema xwe kar dikin.”

Ligel rayedarên rejîma Sûriyê derbarê hevdîtinan de daxuyaniyên wan hatibin weşandin jî, Yûsif îdîa kir ku heta niha jî bi awayeke fermî hikûmeta Sûriyê ev danûstandin û civîn ranegihandiye û got: “Bi baweriya min tiştên di civînan de tên gotûbêjkirin di warê xizmetguzariyê de ne.”

 

Daxuyaniya MSD`ê çi bû? 

Hevseroka Rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi rêjîmê re hatine kirin de daxuyanî dabû gotibû: “Çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi diyloga Sûrî-Sûrî gengaze. Hevdîtin li ser vexwandina hikûmeta Sûriyê bû û hejmarek ji dosyeyan hatin guftûgokirin, ji wan dosyeya destûrî û xizmetguzariyê bûn. Me bi Şamê re li ser pêkanîna komîteyên hevbeş lihev kir, bo pirsên girêdayî bi sîstema hikûmranî û rêvebirina navçeyên Sûriyê û bi taybet navçeyên di bin destê me de behs bikin û me ti redkirin ji aliyê hikûmetê ve derbarê Rêveberiya Xweser a ji navçeyên Kurdî re nedît. Pirsa radestkirina navçeyên di bin kontrola me de nehat guftûgokirin û piraniya pirsên di hevdîtina yekem de hatine guftûgokirin, dê di qonaxên bê de bêne rojevê, bi taybet mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di Sûriyê de.”

Îlham Ehmed daxwaz ji Rûsyayê kir destêwerdan û sererastkirina rewşa Efrînê bike û got: “Bi deh hezaran xelkê Efrînê derbider bûne û divê pirsa Efrînê bi derxistina hêzên tirkî bê çareserkirin. Em naxwazin Efrîn bibe Lîwa Iskenderon a nû.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ENKS  PDK-S  MSD  daxuyani  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.