OSO Ji Bo Talaniyê Du Dikan Gulebaran Kir
Haberler / 16 Ağustos 2018 Perşembe Saat 10:18
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Komên OSO yên girêdayên dewleta tirk, ji bo talaniyê dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê yên li ser riya Raco ya Efrînê gulebaran kirin.

Komên OSO yên girêdayên dewleta tirk, ji bo talaniyê dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê yên li ser riya Raco ya Efrînê gulebaran kirin.  

Ji roja ku dewleta tirk û çeteyên wê OSO Efrîn dagirkirine şûnde, welatiyên ku di Efrînê de mane her kêlî bi kiryarên dizî, talanî, kuştin, îşkence, revandin, tecewiz, tacîz, şewtandina bax û baxçeyan re rû bi rû tên. Li gor agahiyan çeteyên OSO ji bo talaniyê pêşî esnafên li ser riya Raco tehdît kirin û piştre jî gulebaran kirin.

Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku duh di saetên sibehê de çeteyên OSO dikandarên li ser riya Raco bê hincet bi girtinê tehdît kirin û piştre jî dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê (dan û standina pereyan) gulebaran kirin.  Çavkanî anî ziman ku çeteyan ji van dikandarên ku gulebaran kirine pere xwestibûn û li ser vê yekî jî gulebaran kirine. Çavkanî da zanîn ku di gulebaranê de kesekî di buroya dovîzê de birîndar bûye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  dagirker  OSO  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.