Rêveberê ENKS’ê Hemo: cihê YPG’ê di Efrînê de Nîne Jixwe Em Têdene
Haberler / 03 Eylül 2018 Pazartesi Saat 09:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Rêveberê ENKS`ê Abdulbasit Hemo, derbarê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona İdlib û rizgarkirina Efrînê de axivî û îdea kir ku cihê QSD’ê an jî YPG’ê di Efrînê de nîne jixwe waye weke ENKS’ê xebat dimeşînin û piştî derketina Tirkiyê wê bikeve bin rêveberiya wan.

Endamê Rêveberê Encumena Niştîmanê Kurdên Suriyê (ENKS) Abdulbasit Hemo ji televizyona Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî Rûdaw Tv re derbarê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona Idlibê û rizgarkirina Efrînê de axivî. Hemo, derbarê nîqaşên dê QSD tevlî operasyona Idlibê ya ji aliyê rejîmê ve pêk were bibe an na de îdea kir ku dê QSD nikaribe tevlî bibe. Her wiha Hemo, pirsa derbarê çalakiyên YPG/YPJ yên li ser Efrînê ku bi armanca rizgarkirina Efrînê de jî bersivand, anî ziman ku bila YPG û QSD tenê bila herêmên Kobanê û Cizîrê biparêzin, parastina Efrînê jî ji xwediyê Efrînê re bihêlin. 

Hemo weke rêveberên din ên ENKS’ê careke din lixwe mikûr hatin ku ew bi komên çete yên girêdayên dewleta tirk re bi hevkarî xebatê dimeşînin û niyeta xwe ya ji bo Efrînê jî bi van peyvan anî ziman: “Bila YPG û QSD tenê Kobanê û Cizîrê biparêzin û parastina Efrînê jî ji xwediyê wê re bihêlin. Jixwe heremên ku di bin parastina Mertalê Firat û serweriya Tirkiyê de ne, wê di demên pêş de bibin heremên me.”

Hemo bi vê daxuyaniyê careke din niyet û helwesta ENKS’ê aşkere kir ku destê wan di dagirkirina Efrînê de heye. Tevî ku ENKS’ê ewqas îxanet derbarê gelê Efrînê de hate kirin jî niha hewildanên ENKS’ê li ser daxwaza Tirkiyê astengkirina beşdarbûna QSD’ê ya ji bo operasyona Idlibê ketiye dewrê. 

Di demên cuda de bi riya ragihandê rêveberên giştî yên ENKS’ê yên weke  Fesla Yusif, Mihemed Îsmaîl jî nêrînên dişibin yê Hemo anîbûn ziman û helwesta ENKS’ê ya ji bo Efrînê aşkere kiribûn.

Berê de jî çavkaniyên ji Efrînê ragihandibûn ku endamên ENKS’ê malbat û kesên alîgirên PYD’ê nîşanê komên çeteyên dewleta tirk didan û çeteyan jî van kesan direvandin û bi îşkenceyê ji malbata wan hezaran dolar fidye dixwestin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ENKS  Efrin  Cete  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.