![]() 16 Ocak 2015 Cuma Saat 13:12 // Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
![]() HEVPEYVÎNA ÎBRAHÎM EHMET YA 1995 A BI ABDULLAH ÖCALAN RE - BEÞA 1 ![]()
Abdullah Ocalan: Hevalno! mîvanên me yên bi rûmet di destpêka tevgera netewe de mamosteyê ku karê mezin kirî Îbrahîm Ehmet û nivîskarê mezin Hawar’ê þoreþger di pêþberî we de silav dikim.
Di destpêka tevgera Kurd de têkoþîna PDK (Kürdistan Demokrat Partisi)weke tevgereke netewe û modern, piþtî þerê cîhanê yê II. Min, heta beriya wê destpêkiribû. Balam ji ber gelek sedeman erka xwe ya mezin a destpêkê bicî neanî. Kurdistan beriya þerê cîhanê yê II. Heta piþtî þerê cîhanê yê I. Ji ber sedema hinek derfetan derbazî serdemeke din bû. Bi dawîbûna þerê cîhanê yê I.mîn re gelek gelên bindest, bi Þoreþa Cotmehê re xwe gihandin derfetên xilasbûnê. Mirov dikara vê bilêv bike: Piþtî bidawîbûna Împaratoriya Osmaniyan û þûnde, beriya hemû gelan di bin serokatiya M. Kemal de tevgera neteweya Tirk jî di wê demê de ji Þoreþa Cotmehê gelek sûd wergirt. Destpêkirina tevgera Kurd a Koçgirî, beriya tevgera M. Kemal tê. Di Baþûrê Kurdistanê de jî tevgera ku di pêþengatiya Mahmut Berzencî de dimeþiya li hember emperyalîzma Îngilîzan destpêkir. Di vê demê de hîn M. Kemal derneketibû holê û ev navend ji Kurdan re gelek derfet dida. Lê piþtî hilweþandina Împaratoriya Osmaniyan û þûnde Kurd ji holê rabûn. Dikare bê gotin ku tenê Kurd di bin yek sêwana dernekê de xwe birêxistin dikirin. Navê wê jî Cemiyeta Kurd Tealî bû. Ev, herî zêde cemiyeteke ku rewþenbîran dabû avakirin bû. Lê ev di her warî de lewaz bûn, rêxistinbûnên wan lewaz bûn; bîrdoziya wan jî ne bîrdoziyeke li gorî demê bû. Ya din jî neteweyîtiya wan gelek kêm bû. Li hember vê jî neteweyîtî û þovenizma kemalîzma Tirk jî gelek bihêz bû. Bi vê ve girêdayî dema ku xwe dipesartin dewletekê, paþa û valî jî Tirk bûn. M. Kemal bi hinek paþa û valiyan re kete nav têkiliyê, dema ku dest bi têkoþînê kirin Kurd nû nû ser xwe ve dihatin. Cemiyeta Tealî ya Kurd jî dixwest xwe bigihîne Kurdistanê û hinek gavan jî avêtin. Li Bakurî Kurdistanê beriya kemalîstan di piþt îsyanên ku hatibûn destpêkirin de, li Dêrsim û hemû Bakurê Kurdistanê îsyan dikarîbû bihêz bibe. Tevgera li Baþûr a ku di bin pêþengatiya Mahmut Berzincî de destpêkiribû, dikaribû li ser bingeha yekitiya Bakur-Baþûr hemû Kurdistanê bigirtibana. Li Rojavayê Kurdistanê jî tevgerek di bin serokatiya Îsmaîl Simko de hatibû destpêkirin. Yanî di her sê parçeyan de jî tevgera Kurd derketibû holê. Tevgerên ku di her sê parçeyan de destpêkiribûn Kurdistanî bûn, neteweyî bûn; bi qasî neteweyîbûn ew qas jî avakirina dewletekê hedef digirtin. Lewra derketina kemalîzmê bû sedem ku fersenda ketibû destê Kurdan hêdî hêdî ji holê rabe. Ya rastin, îdeolojiya kemalîzmê û rêxistinbûyîna wan ji ya Kurdan bihêztir bû; a din jî di siyasetê de bihêztirbûn. Kemalîstan di1920’an de bi Franse re peymana Enqerê îmza kirin. Bi vî rengî Baþûr her tim ji kemalîstan re vekirî hêlan. Di heman çaxê de tevgereke Kurd li Dîlok û Rihayê hebû. Lê ev tevger piþtre ket bin kontrola kemalîstan. Di sala 1921’an de bi Moskovayê re îtîfaq çêkir. Bi sûdgirtina vê fersendê re, Qers û Erdexan bidest xist. Di wê demê de li Qers û Erzeromê jî tevgereke þoreþgeran a bi navê Þura hebû. Bi vî rengî ev jî ket bin venêrana kemalîzmê. Di heman çaxê de li Baþûrê Kurdistanê tevgera Kurd di bin serokatiya Mahmut Berzencî de li hember Îngilîzan bidestxistina gelek pêþveçûnan karibûn xwe bikin dewlet. Di vê demê de ji bo Îngilîzan pirsgirêka herî giring petrola Îraqê bû. Li gel vê wî jî dixwest li hember Sovyetê Rojava di dest xwe de bigire. Îngilîzan ji ber herdu sedeman têkiliyên xwe bi kemalîzmê re xurt kir. Lewra di vê demê de Îngilîzan ji bo kemalîzmê bitirsînin bi tevgera Kurdan leyîzst, dixwest bikiþîne gel xwe. Kemalîst li hember Îngilîzan bi tehdîta ku wê Þeyh Mahmut destek bikin tehdît kirin, Îngilîz jî li hember kemalîstan xwestin tevgera Kurd a li Bakur weke koz bikarbînin, tevî ev daxwazên wan, herdu alî jî tevgera Kurd destek nekirin pê leyîztin. Di herî dawî de kemalîstan petrola Musul, Kerkûk ji Îngiltereyê re hêla û karin ji xwe dur bidin hêlan. Li beramberî vê Îngilîzan ji bo Kurd di bin serweriya kemalîstan de bimînin pejirand. Li ser vê hevkirinê parçekirina Kurdistanê temam kirin. Her wiha Îngilîzan hêdî hêdî kemalîstan xistin bin bandora xwe; kemalîst ji bo efendiyên Îngilîzan li hember Sovyetê ket nava tevgerê. Piþtî hingê peymanên hiþkbûnê îfade dikin Baxdat û hema duv re CENTO ava kir. Ev peyman di cewher de peymanên li hember yekîtiya Sovyetê û Kurdan hatibûn avakirin. Di vê demê de hinek partiyên Kurdan hatin avakirin. Partiyên Kurdan piþtê 1920 û 1930 yanê beriya þerê cîhanê yê II.min çawa avabû û çima rola xwe neleyîst in? Ya herî giring jî çima PDK di Cumhiriyeta Kurd a Muhabatê de rola xwe nelîst û di Baþûrê Kurdistanê de nebû dewlet? Di wê demê de îsyana Dêrsim û bi heman awayî çima Bakurê Kurdistanê xeniqî? Di Bakurê Kurdistanê de îqtîdara faþîst a ku kemalîstan ava kiribû Kurdan kiribû bin serweriya xwe. Li Rojavayê Kurdastanê û Baþûrê Kurdistanê jî tiþtên bi heman awayî çêbûn. Siyaseta ku li van deran didan meþandin, diþibiya siyaseta kemalîstan ya di navbera salên 1920-40 ya li Bakurê Kurdistanê didan meþandin bû. Îranî jî li Rojhilatê Kurdistanê ji 1945 heya roja me ya îro didin meþandin. Li Îraqê jî îqtîdara ku piþtî Þoreþa Tirmehê ya 1958 ava bibû, heman wekî kemalîstan bû; niha jî didome û weke kemalîstan hikûm dikin. Tabî li vir mijara herî giring Kurd- yanî PDK-Îran,Iraq û Tirk jî çima rola xwe neliyîstin, serokatiya wê çibû? Ev mijarên giring in. Di piþt þerê cihanê yê II.min re çima di tevgera netewa Kurd de hinek cûdahî çêbûn? Ji ber di civaka Kurd de cûdabûn çêbibûn. Civaka kevin civakîke feodal eþîrî bû. PDK li ser vê bingehê ava bibû. Dema ku civaka Kurd ber bi nûbûnê ve guhertin çêkir çîna karker û kesima burjuwa ava bû. Di siyasetê de jî guhertinên li gorî vê derket holê. Lê feodalîzim û eþîrtî jî hin didoma. Li ser vê bi taybet tevgera klasîk a Kurd piþtî 1960 bi awayî du partiyan dest bi rêxistinkirinê kirin. Yek ji van neteweperestiya îlkel temsîl dike û di bin serokatiya Barzanî de dihat meþandin. A din jî nû, PDK ya modern bû. Serokê hêja Îbrahîm Ehmet, ji bo serkeftinê bidest bixe piþtî 1964 xwest xeteke bide avakirin. Dîsa di 1975’an de YNK(Kürdistan Yurtseverler Birliði)ava bû. Di heman demê de PKK ava bû, heya roja îro têkoþîn û þerê xwe dide meþandin. Niha tevgera Kurd a netewe di merheleyeke nû de ye. Bi hilweþandina Sovyetê re dengeyên cîhan û herêmê hate guhertin. Þerê Îran-Iraq ji bo Kurdan mercên objektîf gihiþtî kir. Ya herî girîng jî li Bakurê Kurdistanê tevgera þoreþa PKK’ê pêþxist û pêþde bir, niha jî þereke pir mezin dide meþandin. Þerê tevgera netewe û siyaseta wê gelek pêþde bir û pêþxist. Dîsa Baþûrê Kurdistanê di demeke giring de bû. Ji ber vê sedemê dikare bê gotin ku mercên objektîf yên li Kurdistanê gelek gihiþtî bû. Ji ber ku weke berê peymanên Baxdat û CENTO yê nîne, ev belav bûn. Îro Îran û Tirkiye li dijberî hev in. Tirkiye û Iraq li baremberî hev in. DYE weke berê Kurdan wekî komînîstan nabîne. Ji ber Sovyet belav bû, leyîstokên dewletan yên mezin ku li ser tevgera Kurdan dihat meþandin niha nameþe. Ev hemû tiþtên erênî ne. Di hûndir de jî çetecîtî û fikrê wî, disa serokatiya wê paþde çû. Serokatiya Barzanî niha di rewþeke gelek tangav de ye. Li hember vê di tevgera þoreþa netewe de, di riya zanebûn û yekîtiya netewê de gelek mezin bû. Serokatiya kevin hema hema tine dibe. Li hember vê serokatiyeke modern, bi derfeteke mezin ve xwe bi xwe ava dike û ev serokatiya modern di hemû parçeyan de li ser bingeha yekîtiya netewe kete rewþa daxwaziyeke mezin. Her kes dixwaze bi vê serokatiyê re gavan bavêje. Ji bo xilasiya netewe bi tezbîtkirina stratejiyek xurt re dikare ev bide meþandin. Stratejî heye, tevger heye, her ku diçe yekîtiya tevgera Kurdan mezin dibe. Kurd dikarin di hinek perçeyan de bigihin federesyonan, ev guncav e. Emadekariyên me heye, þerê me jî didome. Ji bo federasyonên netewe, li Bakur, Baþûr û Rojava rola xwe bileyîzin. Ji ber vê lazima teng neyê fikirandin. Divê pir kêfî û kesî jî neyê destgirtin û fikirandin. Di rojên ku mezin tê fikirandin de hewceye ku di riya siyasî û yekîtiyê de erk bên leyîstin. Em heya dawî emade ne. Birêz Îbrahîm Ehmet û Mamoste Hawar, bi kinahî ev mijarên ku min destnîþan kiriye, têkoþînê bi aliyên wê yên siyasî ve bi awayeke fireh û kur dikarin vekin. Bawer dikim ku tenê ne ji bo þagirtên Akademiya Mahsum Korkmaz, ev axiftin ji bo hemû dibistanên Kurdan, þoreþgeran û tevgerên þoreþger yên netewe wê riyeke baþ û vekirî bide nîþan. Di warê dîroka Kurd de, lazima ceribandinên piþtê þerê cîhanê yê I.min baþ bidin dest û vekin, ev wê ji bo têkoþîn û roja me ya îro bibe çavkaniyeke hêzê. Em dikarin di derbarê hev de jî ji hev re pirsan pêþbixin. Bi vî rengî em ê dîrokê bidin dest û di roja îro de siyaseta rast, siyaseta netewe ronî bikin. Dîsa bi giringî em ê li ser siyaseta Kurd û divê îqtîdara wê çawa be bisekinin. Belê Mamoste, hûn dikarin dîrokê bi kinahî bidin dest. Piþtî þerê cîhanê yê I.min þansê Kurdan çibû û bêþansiya wan a di dîrokê de çawa çêbû? Ji bo destpêkê vekirina van xalan wê di cî de be. Yanî fersendên ku piþtî þerê cîhanê yê I.min û þûnde ketibûn destê Kurdan çawa çêbû û çima ji wan sûd wernegirtin? Sedemên vê yên hundir û derve çibûn? Herî zêde jî kaptalîzim çawa ava bû, çawa qetlîaman çêkir? Tevgerên Kurdan yên li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din çawa perciqandin? Em çawa gihiþtin þerê cîhanê yê II.min? Her wiha we di wê demê de çi kir, mêzandina we çibû, çima bi ser neketin? Piþtî þerê cîhanê yê II.min avabûna PDK’ê heye. Ev çawa hat avakirin? Hûn dikarin van mijaran vekin. Ýbrahim Ahmet: Weke hûn jî dizanin tevhera Kurd, di roja me ya îro de di pêvajoyeke giring re derbas dibe. Ji bo ku nekeve nav kêmahiyên berê di vê ji tevgerên Kurdan yên berê bê destpêkirin. Derketina tevgera Îttihat û Terakkî, bû sedema pêþveçûna hiþmendiya netewan a di nava Împaratoriya Osmaniyan de. Di destpêkê de Kurd, Erep û netewên di nava împaratoriyan de civatên xwe ava kirin. Encamên ku em ji rêgezên van civatan derxinin ev e: Ev civat di destpêkê de nedixwestin ji Împaratoriya Osmaniyan qut bibin. Ji dêla vê, slogana Îttihat û Terakki rêgeza yekitî, wekhevî û azadî armanc kiribûn. Lê Îttihat û Terakki, ji bo netewên ku di nava Împaratoriya Osmaniyan de di nava xwe de bihelînin dikiþandin. Ji ber vê bername, rêgez û têkoþîna wan hate guhertin. Di dema þerê cîhanê yê I.min destpêkirî de tevgerên netewe yên di nava Împaratoriya Osmaniyan de cî digirtin di destpêka avakirina saziyên xwe de bûn. Ez wer bawer dikim ku tevgera Kurd di nava tevgerên din de, di warê netewe de ya herî lewaz bû. Lê di þerê cîhanê yê I.min de Kurdan ji Tirkan bêtir xaka Împaratoriya Osmaniyan parastine. Em dizanin ku piþtî þerê cîhanê yê I.min Almanya û Împaratoriya Osmaniyan di þer de windakirin, mûttefîkên wan jî bûn galîbê þer. Yanî di vî þerî de Îngilîz û Fransa bûn galîbê þer. Lewra hinek armancên Îngiliz, Fransa û Rusan ya li ser Rojhilata Navîn û herêma Rojhilat mijara gotinê bû. Beriya þerê cîhanê yê I.min ev her sê welat di nava xwe de peymana Sykes-Picot kiribûn. Li gorî vê peymanê xaka Împaratoriya Osmaniyan ya ku weke zilamê nexweþ bi nav dikirin di nava xwe de parve kiribûn. Dîsa li gorî vê peymanê Kurdistanê jî parçe kirin, beþa ku weke vilayeta Musul tê zanin biryara bidin Fransa dabûn. Di vê navberê de hinek feodalên Kurdan, hilweþîna Împaratoriya Osmaniyan di warê netewe de xwestin bikar bînin. Di vê demê de yê ku serokatiya tevgera Kurdan dikir Þerîf Paþa,yê ku sefareta(büyükelçi) Împaratoriya Osmaniyan ya Îsveçê bû. Þerîf Paþa, bi mûttefikên ku di þer de serkeftî derketine, da ber cavan ku zêdetirîn tevgera netewe ya Ermeniyan destek bike, ji ber ku Ermenî Hiristiyan bûn-bi Ermeniyan re ket nava alîkarî û piþtgiriyê. Þerîf Paþa bi serokê Ermeniyan re têkiliyên xwe pêþ xist, mafê ewleyiya netewa Kurd û Ermeniyan ji mutefîkan xwest. Di peymana Sevrê de hinek mafê herdu netewan anî ziman. Li gorî vê peymanê ji Kurdan re hinek mafê nispî hate nasîn. Bendên peymana Sevrê ya 3.þiqê 62-63-64an bi pirsgirêkên Kurdan re têkildar e. Li gorî avabûna dewleteke Kurdan li Baþûrê Kurdistanê hate pejirandin. Lê dewleta Kurd a ku bihatibana avakirin, dihat dîtin ku wê demek di bin himayeya mûtefîkan de bûna. Mûtefîkan diyar dikirin ku dema Kurd hatin qonaxa ku xwe bi xwe rêve bibin û þûnde, wê xweserbûna wan bidinê. Lê di nava vilayeta Musilê de, beþa ku bi Fransayê ve girêdayî ne xweserbûn otonomî dayînê li pêþ dîtin. Kurdên ku di nava vê xweserbûnê de jiyan dikirin, dema ku rêveberina xwe bi xwe serxistin, wê bi Kurdistana xweser a ku li Bakur ava bibe re bibe yek. Xalek din jî ev e: Dema ku li dîrokê tê nêrîn, tevgerên Kurdan ji derveyî xaka Kurdistanê, li Ewrupa ava bûne têne dîtin. Ji ber ku Kurdên ku di nava Împaratoriya Osmaniyan de jiyan dikirin, têkilî û girêdana wan dewam dikir. Kurdan gumana wê weke Împaratoriya Osmaniyan a kevin ku hatiye parçekirine lêbên radikirin. Ji ber ku tevgera Kurdan eþîrî û feodal bû, eþîran piþtî hilweþandina halîfeya îslamê û þûnde, tevgera Kurd a netewe pêwîst neditin, ger bibe jî ev tevger ne ji bo Kurdan, pêwîstiya ji bo Împaratoriya Osmaniyan ditin bawer dikirin. Yêku vê baþ dinasî M. Kemal, bi awayeke zanebûn vê xalê bi hustatî îstismar kir û jê fêde kir. Di paþnê (akabinde) M. Kemal de derbasî Kurdistanê dibe, bi þîara “bi navê Tirkan avabûna îslamê”dana pêþ, li gelek cihan gerya û civînan çêkir, di yekkirina þêx, reîsên eþîretên Kurdan û yên li pêþtên de ser ket. Xwe sipart vê hêzê û bi armanca ku him mutefîkan û him jî yên ku avabûneke dewleta Kurdan dixwazin bê bandor bike ji Kurdan hêzek ava kir ji bo armanc û serokatiya xwe da þerkirin. M. Kemal tenê Kurdan bi wan re dana þerkirin nema, di heman demê de di nava nakokiya di navbera Tirk-Yunanan de jî da bikaranîn. Di vê demê de Yunanan dixwestin, Îzmîr û hevirdora vê bidest bixin û tevlî Yunanistan bikin. M. Kemal li hember wan, Kurdan da þerkirin. Tabî li hember vê M.Kemal hinek mafê ku sedî sed têde ne zelal bû, bi awayeke federesyoneke xumam, bi awayeke ne zelal îfade kiribû. Kurd, di bin serokatiya M.Kemal de gelek li ber xwe dan û pir xwîn rijandin. Ev ew qas gihiþt astên bilin ku dema bîrdariya(anýtý) leþker a nenas(meçhul) çêdikin, gotineke M. Kemal a bi nav û deng heye: Dibêje, “ îhtîmaleke mezin leþkerê bîrdariya nenas Kurd e.” Her çendî raste rast ne gotineke ku M.Kemal bixwe bilêv kiribe jî, lê yê bi navê M.Kemal hatî Sakarya ev gotin kiriye. Ev rewþ li gel tinekirina tevgera me ya netewe, nepêkanîna peymana Sevrê jî winda kir û ev jî bû sedem ku baweriya xwe jî winda bike. Yanî pêkanîna peymana Sevrê kêm jî be, ji bo piþtgirîkirin daxwazî hebû, ev firsend jî hat windakirin. Ev rewþ ji bo Tirkan bû alîkar, loma ev bû sedem ku di þerên ti berjewendiyên Kurdan tê de nîne kiþandin navê. Wekî îro tevî ku þerê tê kirin ne li gor berjewendiyê Kurdana jî xistin nav þerê ji bo Tirkan tê kirin. Di mercên wan rojan de hêviyên me yên ku me winda kirin çi bû? Îngilîzan bi leztikên ku zanabûn lîztin re dikarîn Fransayê îqna bikin. Hataya ku bi Surî ve girêdayî, li berimberî Îskenderun û hawirdora wê ji Fransa re berdan,bi berdana Musul dikarin serbikevin. Bi vê ve girêdayî, di parçeyên Kurdistanê yên din de, daxwazeke ya Kurdan ku Îngilîz dewleteke Kurdan a serbixwe ava bikin nînbû. Piþtî þerê cîhanê heya dema rawestandina þerê Madrid, Îngilîzan gelek deverên Kurdistanê xistibûn bin venêrîna xwe. Îngilîzan, piþtî ku bi Þeyh Mahmut Berzencî re hinek lihevkirin kirin û þûnde karîn bikevin Sûlêymaniyê. Piþtre tevî ku ne mafê wan jî bû, Baþûrê Kurdistanê beþên eyaleta Musulê yên din dagir kirin. Di encama vê de di navbera Tirk û Îngilîzan de gelemþe destpêkir. Tirkan, ji Îngilîzan re digot: “ piþtî þerê cîhanê yê I.min û þûnde xaka ku we bidest nexistiye, piþtî þer bidestxistina vê mafê we nîne.” Îngilîzan, ji ber zêdebûna van nekokiyan, zanebûna netewe ya di nav Kurdan de îstismar kir, xwestin li hember Tirkan bixin nava tevgerê. Þeyh Mahmudê welatparêz jî, dixwest parçeyê Kurdistanê yê ku ji Osmaniyan ve maye dewleteke serbixwe ya Kurdan bide avakirin. Ev dewlata Kurd a ku bê avakirin jî, nedixwest di bin venêrîna Îngilîzan de be. Di vê mijarê de di navbera Þeyh Mahmut û Îngilîzan de nakokî derketin, ev bû sedem di navbera hêzên Þeyh Mahmut û Îngilîzan de þer derbikeve. Di nava þerê ku derketî de bîzat Þeyh Mahmut hebû, di encama birîndariya wî de dil ket destê Îngilîzan. Piþtre di dadgeheke leþkerî ya ku li Bexdatê çêbûyî de cezayê îdamê danê. Lewra ev ceza veguhertin cezayê bêdawî. Dure wî bi hînek heval û malbata wî re miþextiyê(sürgün)Hindistanê kirin. Piþtî vê miþextînûyînê û þûnde jî, li Baþurê Kurdistanê daxwaza hinekan a hiþmendiya netewe domand. Ev jî berdewankirina nakokiyan dida diyarkirin û Îngilîzan jî nakokiya Kurdan a heyî çareser nedikir. Her çendî bi hinek rêbazan re xwestin çareser bikin jî ser neketin. Ji ber vê sedemê Þeyh Mehmut cardin anîn Bexdatê û weke hikumdarê Kurdistanê qebûl kirin. Lê þerteke wan hebû: Xwestin Þeyh Mehmut musteþarê Îngilîzan qebûl bike. Þeyh Mehmut jî, di destpêkê de ev daxwaza Îngilîzan qebûl nekir. Vegeriya Sûleymaniyê hikumeteke ava kir. Xwe weke kral îlan kir û licneya xwe ya wezîran ava kir. Piþtre bi saziyên hikumetê yên cur be cur re al derxis û artêþa xwe ava kir; postexane ava kir û pûl derxist. Bi vî rengî dewleteke Kurdan avakir. Dewleta Kurd ya ku hatî avakirin, xwezayî ket rewþeke li hember daxwaza Îngilîzan a avakirina dewleta Ereban û bercewendiyên wan. Li ser vê Îngilîz, li hember Kurdan wehþiyeteke mezin dan destpêkirin, bi hemû þekan ve hêrîþê Kurdistanê kirin. Dikarim bêjîm ku Sûleymaniye bû þûna ceribandina cekên Îngilîzan yên nû. Bi vî rengî Îngilîz du caran ketin Sûleymaniyê. Artêþa Ereban jî cara yekem di sala 1924’an de ket Sûleymaniyê. Ev ketin bi alîkariya çek û leþkerên þêwirmendên Îngilîzan ve çêbû. Îngilîzan ev dagirkirin erê kirin. Li ser vê, nakokiyê Tirk û Îngiltere yên li ser eyaleta Musilê zêdetir bû. Ji ber sedema van nekokiyan Îngilîzan nedixwest Kurd di carekê de bên perciqandin. Ji ber qarta Kurdan ji hêla wan ve li hember Tirkan bikaranîn mijara gotinê bû. Dema Þeyh Mehmut hikumdariya xwe li Kurdistanê didomand, di belavoka hevbeþ ya Îngilîz-Iraqê de ya di 24 Mijdara 1922’an de hat diyarkirin ku ew dewleta Kurdan dinasin, lê pêwîste heyeteke Kurdan ji bo têkiliyên aborî, tîcarî û diyarkirina sînor bi Îngilîz û Iraqê re bên gel hev daxwaz dikirin. Rastî jî ev bû; dixwestin bi siyaseta di vê belavokê de Tirkan bitirsînin. Armanca wan bi vê siyasetê ve Tirkan ji vilayeta Musil dana dûrxistin bû. Tiþta ku ket pratîkê jî ev bû. Siyaseta Tirkan tevlîhev bû. Bi mecbûrî, ji NY (Neteweyên Yekbûyî) heyetek xwestin, daxwaz kirin ku heyet vê derê venêrîn bike. Tirk bi Îngilîzan re lihevkir û ev hiþt ji hêla NY rastiya heyî bê lîkolînkirin. Heta di belgenameyên NYê, rapora ku dane de, hat nivîsîn ku Kurdên li Baþurê Kurdistanê nexwazin bi Tirk û Iraqê re bijîn, dixwazin serbixwa jiyan bikin hatibû belgekirin. Lê dewletên hingê di bin bandora Îngilîzan de bû. Çawa ku di roja me ya îro de DYE li ser NY serwer e, wê demê jî serwerî ya Îngilîzan bû. Ji ber vê sedemê, piþtre di 25 Mijdara 1925’an de ji hêla civata dewletên cîhanê ve hat gotin ku Kurd di nava dewleta Iraqê de li ser bingeha hinek þertan, yanî ziman, çand û jiyana xwe biparazin, lê wê weke dewleteke serbixwe nemînin xistin bin biryarê. Heman rojê bi mûnasebeta vê biryarê di civîna þahiyê ya Îngilîz-Iraqê de berpirsyarê heyeta Îngilîzan vê got: “Weke ku Tirk dixwazin Kurdan bikin Tirk, divê hûn Kurd nekin Ereb. Kurd wê li hember zordariya Tirkan ranagirin bibin Tirk, lê wêTirk jî nebin Ewrupî.” Yanî weke ku dê bi ti awayî Kurd nebin Tirk, wê Tirk jî bi ti awayî nebin Ewrupî. Qiralê Iraqê Feysal, ev nerîna Ingilîzan di cî de dît, her tim got bila Ereb Kurdan weke Kurdan bibînin, Kurd jî bila bi kurdîniya xwe ve girêdayî bin, divê weke Kurdê heqîqî û resen bimînin da diyarkirin. Lê tiþta ku em dizanin di vê riyê de Iraqeke yekgirtî û serbixwe ye. Me fêm kir ku ev rêgez çawa ketin jiyanê. Di vê demê de tevgera Þeyh Mehmut jî binket û xilas bû. Xalek din jî, di madeyeke Peymana Lozanê de madeyeke ser rêveberiya Musilê bû. Weke ku rastiya dîrokê jî dibêje, di navbera Tirkan û Ingilîzan de lihevhatinek hebû. Li hember destjêneberdana dostaniya Tirkan a bi Rusan re, Ingilîz jî ji bo destê xwe ji alîkarîdayîna tevgera Kurd a netewe bikiþînin lihev kiribûn. Kurdan fêmkirin ku hatine xapandin. Kurdan him li Bakur û him jî li Baþurî Kurdistanê dest bi têkoþîna xwe kirin. Di van têkoþînan de her çendî hinek rewþenbîr cihê xwe tê de girtibin jî, pêþengên wan herî zêde Þex, mele û axa bûn. Yek ji van tevgeran jî tevgera Pîranî ya Þeyh Saît bû. Him vekirî hin jî di mercên modern yên roja me ya îro de, ji bo serkeftina armanca me, ez îtîraf dikim ku tiliya Îngilîzan di tevgera Þeyh Seît de hebû. Lê ev piþtgirî, ji tevgerê gihandina serkeftinê zêdetir, ji bo windakirinê bû. Tevger destpêkê bê agahiya Ingilîzan, bêyî ku destur ji wan bigirin destpêkir û bihêz bibû. Piþtre Ingilîzan destlêwerdan kirin li wan dan windakirin. Tenê ne di vê de, tiliya Ingilîzan di binkeftina hemû tevgerên ku li Kurdistanê rabûne û binkeftine de heye. Mixabin, di dawiya vê demê de, gelê Kurd ti maf û hêvî bidest nexist. Tevgera Kurd bi pergaleke din re dest bi têkoþînê kir. Ji hêla hinek rewþenbîran ve hinek partî hatin avakirin. Mixabin partiyên ku hatin avakirin, li hember rewþanbîran ji derve de bi hinek alîkarî û daxwazan ve partiyên ku hatibûn avakirin bûn. Bi taybet divê qala alîkarî û daxwazên Ingilîzan yên di vir de bêne kirin. Ji ber Ingilîz, muhtemelê ku tevgereke netewe ya Ereban li hember wan pêþbikeve dikirin, loma li Iraqê pêwîstî bikaranîna qarta Kurdan di destê xwe de bigire didît. Di vê navberê de þerê cîhanê yê II.min destpêkir. Di vê demê de tevgera Kurd lewaz bû. Lê ketina Sovyetê ya vî þerî, bû sedema guhertina hinek rewþan. Taybet bi ketina Îranê û xistina bin venêrîna xwe re yek Rus, bi ketina Ingilîzan a parçeyên din yên Kurdistanê re, carek din rê li ber bihêzbûna tevgera Kurd vekir. Ev dewlet ji ber bercewendiyên xwe hewl didin ku di herêmê de Kurdan îstismar bikin. Heta di wê demê de Alman jî xwe bi sipartina hinek Kurdan re xwestin wan bênin rewþa kirina mutefîkên xwe. Li Iraqê çil partî hebû. Gelek ji van partiyên Kurdan bû û yek ji van partiyan jî partiya Hîva bû. Di nava van partiyan de her çendî welatparêz hebin jî, li gorî nerîna min serokatiya van bi Ingilîzan ve girêdayî bû. Ev serokatî bû sedemê parçekirina partiya Hîva. Di vê navberê de bi alîkarî û teþvîqa hinek elemanên di nava partiya Hîva de, li Îranê komaleyetek hat avakirin. Elemanên ku alîkarî didin vê komaleyê, ne girêdayî serokatiya ku bi Ingilîzan ve girêdayî bû. Van li Îranê komaleya ku ji nû de Kurdistanê bidin jiyîn dan avakirin. Di vê demê de ez hekimê Helepçeyê bûm û min rojnameya bi navê Gelewêj derdixist. Ji ber hinek sedeman ez ji erka dadgeriyê veqetam. Heya wê demê ez ne endamê ti partiyan bûm. Her çendî xwestin jî ez neketim nav partiya Hîva. Ez bi hinek kesên ku dixwestin bikevin partiya Hîva di heman malê de dimam. Wan xwestin ez jî bikevim nav partiya Hîva. Em derbasî qurfeyek bûn. Li wir li ser masê tebanceyek û yek jî Kuran-i Kerim hebû. Li jora me jî navê serokê partiya Hîva hebû. Li wir tiþta ji min dihat xwestin ku bikim, li wêneyê mêze bikim destê xwe deynim ser Quran û tebanceyê sond bixim bû. “Sonda wan ez li Kurdan xiyanet nakim bû.” Min da diyarkir ku ev sond ji bo Kurdan tohmet e, divê sonda we ne bi çek ne jî bi Quranê re be; ya divê hebe, sonda ku ji gel re bê dayîn e; min got ger hûn cihê xwe bivî rengî diyar bikin, ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî ji gelê xwe re xismet bikim. Piþtî ku min erka xwe ya dadgeriyê berda, di nav de tevî Partiya Komînîst gelek partî ji min re pêþniyara bûna endamtiyê kirin. Heta di Komeleya jiyandina Kurdan a li Îranê hatî avakirin de, hinek hatin ji min re gotin ku dixwazin komîteyeke nû yê vê bidin avakirin. Ev di 1944’an de bi riya postê bi min re danûstandin dan çêkirin. Min bernama wan xwend. Dema min herdu rêzên destpêkê yê bernameyê xwend, ez fikirim ku ev komele ne komeleya Îran,ne ya Iraq û ne jî ya Tirkiye ye; ev komale tenê komaleya Kurdistanê ye. Ev komale dixwaze di hemû parçeyên Kurdistanê de þûbe an jî komîteyên xwe ava bike. Min jî endamtiya wê qebûl kir. Dixwazim vê mijarê bihêlim û bêm ser meseleya Barzanî. Tevgera Barzanî, di 1944-45 yanî di destpêkê de ne tevgereke welatparêz, tevgereke eþîrî bû. Di nava Hîva de kesên baþ hebû: Yên weke Emin Revanduzi, Îzzet Abduleziz, Xeyrullah û hwd. hebûn. Dixwestin vê tevgerê ji tevgereke eþîrî derbixin, bînin rewþa tevgereke welatparêz û neteweyî. Lê ev tevger belav bû. Ji ber ku aliyê wê yê eþîrî ji yê din bihêztir bû. Ji ber vê Mele Mustafa neçar ma ku bi zilamên xwe ve derbasî Îranê bibe. Dema ku Melle Mustefa di kêliya ku sînor derbas dike hinek ramanên wî hebû. Partiyeke bi navê PDK û avabûna komara Kurd hêvî dikir. Piþtî çend meh din þûnde, Kurdên ku me qal kiribû yanî navê Komeleya Ji nû de Jiyandinê guhert kir PDK’e. Tevî ku di Baþurî Kurdistanê de ez berpirsyarê wê Komeleyê yê yekem jî bûm, min nezanî ku guhertina ev nav çewa çêbû. Piþtî demeke û þûnde, ev komeleya ku ji kesên baþ û welatparêz yên bi rêgezên xwe ve girêdayî pêk dihat bû sedema bidawîbûna tevgereke Kurd. Tê zanîn ku Qazî Muhemmet, her çend ji ber hinek sedemên xwe yên kesî jî be, Mele Mustafa bi mîsoger bi sîxûrtiya Îngilîzan ve sûçdar dikir. Hêzên Barzanî, li du gundên dora sînor bi avayeke tengav kom bibûn. Mercên wan yên jiyanê heya bêjî zehmet bû. Nexweþiyeke jêvegir(bulaþýcý) wan girtibû, heta hinek ji wan mirin. Mele Mustafa ji vir bi riya kesek ji min re nameyek rêkir Sûleymaniyê. Di nameyê de mercên herdu gundan îzah kiribû û ji min daxwaza li Sûleymaniyê alîkarî komkirin û ji wan re þandin kiribû. Li ser vê me ji Sûleymaniyê li herêma komîteya me du caran alîkarî kom kir û þand. Carek jî subayê Kurd Nurî Ahmet Taha yê ku tê nasîn û sala 1945 keseke bi navê Hamza Abdullah þand Sûleymaniyê. Hamza Abdullah þoreþgereke Kurd û çepgir bû. Li hember zordestiya hikumeta Iraqê dûçar(maruz) mabû. Nasnameya Iraqê jê distînin wî miþextî Tirkiyê kiribûn. Piþtre çûbû Îranê. Mele Mustafa bi riya wî nameya duwemin þand. Wekî din jî di nav nameya ku ji min re þandî de nameyeke bi navê kurê Þeyh Mahmut Berzencî ku divê bidimê hebû û name vekirîbû. Min nameyê xwend. Di nameyê de ji bo ku Barzanî vegere gund û qada xwe, dixwest kurê Þeyh Mahmut biçe bi Qral Faysal re nevbertî bike. Ji ber li ser sedûyanzdeh kesên Barzaniyan biryara dardekirinê hebû. Dixwest ev dardekirin bê zivik-kirin û veguheze girtina bêdawî. Li hember kirina vê, dida diyarkirin ku Barzanî amadeye vegere Iraqê. Daxwaza wî ev bû. Li ser vê komîteya me di asta jor de civînek çêkir. Hikumeta Îranê beriya niha reîsên eþîretan li hember Qazî Muhemmet derxistin- ev bi peran hatibûn kirin- me aliyê wan yê bi Îranê re dît. Ger Mele Mustafa jî vegere Iraqê, wê êdî kes nikaribe Komara Mahabatê biparêze. Ji ber vê sedemê nameya ku Barzanî þandibû me neda kurê Þeyh Mahmut. Me got bila li Îranê bimîne Komara Muhabatê biparêze. Ji derveyî vê jî mixabin hinek kesan li ser navê reyîsên eþîretan belgeyek amade kir û kurê Þeyh Mahmut yê duwemin Þeyh Latîf jî di nav de, me hemûyan îmze kir û vegerand belavokeke. Di belavokê de hat nivîsîn ku divê Mele Mustafa û yên li gel wî ji hêla hikumeta Iraqê ve bên efûkirin vegerin þûna xwe û me got em wî weke nûnerê Kurdan dibînin dabû diyarkirin. Di aliyê din de jî rewþa Qazî Muhemet ya lewaz, rê li ber kar û rewþa heyî ser û binê hev bibe kir û hêla gelek tahrîbat derkeve holê. Di nameya duwemin ku Barzanî þandî de, digot pêwîste ez alîkarî bidim Hamza Abdullah, ji ber dixwaze partiyeke weke PDK ya li Îranê li Iraqê jî bide avakirin diyar dikir. I- min ev partiya bi navê PDK red kir. Ji ber PDK ya Barzanî ne Kurdistanî bû. – PDK, berê li Îranê ava bû? Civîna xwe ya yekem çawa çêkir? Armanca wî ya demdirêj û dem kurt çibû? Bernama wê hebû nebû. Ev partî li kur hat avakirin, armanca wê çibû? Ji Kurdên li Bakurê Kurdistanê kes hebû? Piþtre çima li Bakur PDK hat avakirin, çibû, hûn bi çi re rû bi rû hatin ku ev hate avakirin? Ev yek kes ava kir? Yan jî civînek çêbû? Dema ku ev partî hat avakirin bandora derdor çibû? Daxwaza we çi bû? Hûn çawa gihiþtin vê fikrê, di avakirina vê de bandora mercên abjektîf çibû? – Di nameya ku Barzanî ji min re þandî de,dixwest ez alîkariya Hamza Abdullah bikim. Dîsa di nameyê de hinek nav diyarkiribû û dixwest ev nav di nav partiya ku bê avakirin de cihê xwe bigirin. Min dît ku ev partî ne partiyeke Kurdistanê ye. Yanî partî partiyeke Iraqê bû, ji ber vê min nexwest di vê partiyê de cihê xwe bigirim. Mele Mustafa dixwest bibe serokê vê partiyê. Kurê Þeyh Mahmut Þeyh Latif û Gege Ziyatê Koysancak yek ji eþîretên Kurdan yên li pêþ dihat- dixwestin alîkarên wan çêbibe û komîteyeke merkezê bê avakirin. Lê ev partî ti armanc, bername û rêgezên ku di oxira wê de têkoþîn bikin nînbû. Lê bi hinek gotinên xweþik ku bilêv dikirin re, digotin ev partî ji ber berjewendiyên gelê Kurd hatiye avakirin. Di wê demê de partiyên weke partiya Þoreþ û Rizgarî hebû. Ev hemû gotin ku em dixwezin di vê partiyê de cî bigirin. Lê hinek kesên awarte yên Kurd, gotin ev partî partiyeke eþîriye û dan diyarkirin ku di nav vê partiyê de cihê xwe nagirin. Partî bi vî rengî di 11 Tebaxa 1946’an de li Iraqê hat avakirin. – Ma Komara Mahabad a Kurd rûxîya bû? – Na, hîn nerûxîya bû. – Ma avakirina partîyek wiha baweriya xwe ya bingehîn ji Komara Mahabad digirt? – Mele Mustafa, weke Qazi Muhammet li Mahabadê ji avakirina PDK’ê best digre (esinlenerek), dixwaze partiyeke wiha ava bike û weke Qazi Muhammet bibe serokê partiyê. – Mirov dixwaze fêm bike ku partî çawa ava bûye. – Ez di Kongreya 1. de amadebûm. Berfirehiya wê vebikim. – Ma tu endam bûyî? – Ez ne endam bûm, lê amadebûm. Ji min xwestin bibim endam. Lê min diyar kir ku heta ji komîteya navendî ya partiya me biryarek neyê, nebim endam, em ê komîteya xwe ya li Sileymaniyê fes nekin û di partiyeke din de nebim endam. – Yanî him li Iraqê PDK heye û him jî bi vê ve girêdayî komîteya (Laq) a ku hûn jî di nav de cih digrin heye. Di navbera komîteya wê û PDK-I de cudahiyek çawa hebû? – Cudahiya me, partiya me partiyeke ku tevahiya Kurdistanê digirt nava xwe bû. Li perçeyên Sûrî û Tirkiyê jî me dixwest komîteyên giredayî vê bêne avakirin. PDK a Barzanî jî partiyek ji bo Iraqê bû. Yanî tevahiya Kurdistanê ne digirt nava xwe. Ev cudahiya bingehîn a di navbera me de bû. PDK’a Barzanî bi Partiya Komînîst a Iraqê re kete nav peywendiyê, di dema Qiral Faysal de bi hev re hin xebatên weke meþ û mîtîng jî dane meþandin. Di vê demê de ji komînîstan hin girtin çêbûn. Li ser bingehê mikurhatina van ji tevahî partiyan girtin çêbûn. Piþtî hilweþîna Komara Mahabadê, komîteya ku me li Baþûr avakir li holê ma. Me di civîna ku çêkir de diyar kir ku li pêþiya me du vebijêrk (seçenek) hene. Em ê ya tevlî komînîstan yan jî tevlî PDK’a Iraqê bibana. Di encam de piranî di hêla beþdarbûna PDK’ê de nêrîn dan. Li ser vî bingehî di Nîsan û Gulana 1947’an de em tevlî PDK’ê bûn. Di mikurhatina komînîstan de yekî ku navê wî derbas dibû jî ez bûm û hatim girtin. – Ji tevlîbûna PDK’ê zêdetir çima we komîta xwe pêþnexist û xurtir nekir. – Piþtî hilweþîna Komara Mahabat a Kurd, ti firsend û derfeta me nemabû. Em neçar man û tevlî PDK’ê bûn. – Ma piþtî hilweþîna Komara Mahabad a Kurd li Ýranê hebûna PDK’ê domiya? – Na, hebûna wê nema, paþê cardin hate avakirin. Sedema hilweþîna Komara Mahabadê, ne tenê paþvekiþîna Rûsan û dest ji me berdana wan bû. Sedema bingehîn çavkaniya xwe ji hûndir digirt. Ji ber ku tevgera heyî di bingehîn de ne tevgereke rizgariya netewî bû, li gel vê ne tevgereke Kurdistanî jî bû. Di wê demê de min bi xwe ji bo wan jî nivîsî bû. Min diyar kir ku ji bo parastina Mahabadê ji artêþa Iraqê pênsed kes bi çekên xwe vê ji mirinê re amade ne. Wekî din gelek rewþenbîr, karmend û welatparêz hebûn. Ev jî mirovên ku bi xwîna xwe ve ji bo parastina komarê amade bûn. Lê di bersiva ji bo me þandin de diyar kirin ku ji me tiþtekî naxwazin û gotin; “ger hebe ji bo me pirtûkên dibistanan û bijîjkekî biþînin.’’ Heta hinan ji wan gotin; ev komar ji bo ku Kurdên Baþur werin destdeynin ser, avanekirine. Yanî digotin; “dixwazin kursiyên me ji me bigrin.’’ Dema ez li dadgehê bûm, þahîd hatibû amadekirin ji bo min diyar kir ku em dixwazin Kurdistana Baþûr jî tevlî Mahabadê bikin û dewleteke serbûxwe ava bikin. Ev þahid, endamê Komîta Navendî yê Partiya Komînîst ê Iraqê bû.Tiþteke ku ez ê qet ji bîr nekim jî got; “roja ku artêþa Îranê Tebrîzê dagir kir, ez li mala Îbrahîm Ehmet bûm.’’ Rast digot, wê þevê li mala min bû. Ev kes endamê cigîr (yedek) ê navendî yê komînîstan bû û di asta hevalê Þex Latîf de bû. Wê þevê li mala min jîvana (randevuya) herduyan hebû. Diyar kir ku roja Tebrîz ketiye ez giriya me û di nava giryanê de min gotiye ku em çi bêbextin, Komara me ya Mahabadê hîn di dema keçîniya xwe de ye mir. Di encamê de dadgehê ji bo min û girtiyên din cezayê dusal girtîgeh û dusal jî çavderiya polîsan da. – Ma îtîrafkar, hevkarê Iraq an Îranê bû? – Na, li Iraqê li gel hikumetê mikur hatibû. Weke ku ez Endamê Partiya Komînîst im, dihatim destgirtin, li ser wî bingehî jî min ceza girt. Dema ez li girtîgehê bûn yên hatin serdanê gotin; li gel partî Partiya Komînîst û partiyên din jî di rewþeke zehmet de ne û lewaz ketine. Ji ber ku radestbûn û mikurhatinên endamên navenda komînîst nêvengê (ortamê) serûbin kiribû. Her çi qas rewþa giþtî ev be jî bi rastî jî yên berxwedaniyên mezin nîþan didan jî hebûn. Divê vê jî diyar bikin. Li girtîgehê li gel me yên din jî hebûn. Bi yên dihatin serdanê re jî me li hev kir, dema em derketibana derve menê konferansek çêkiriba. Paþê me konferans çêkir. Di konferansê de li hember endamên komîta navêndî rabûn çêbûn. Di encam de navendeke nû hate hilbijartin. Xwestin ku ji endamên navendê yên berê hisab bê pirsîn û ji bo ku li ser bingehê zanistî bernameyek partiyê bê avakirin, xebat çêbûn. Ji ber vê Hemza Evdillayê ku heta wê demê sekreteriya partiyê dikir û li gel wî bi qasî deh-pazdeh kes ji partiyê veqetiyan. Hemza Evdillah digot; “ji ber ku ez vekîlê Mele Mustafa me, endamê esîl im.” Di despêka 1953’yan de navê partiyê yê berê “Partiya Demokratîk a Kurd” bû. Me guhert û kir “Partiya Demokratîk a Kurdistan.” Me bi vê re armanc kiribû ku em him netewperestiya teng derbas bikin û him jî girseyeke berfirehtir bigrin nava xwe. Wekî din me diyar kir ku me ji Mao û Stalîn sûd wergirtiye, nêrîna me ya cihanê ramaneke sosyalîzma zanistiye û me têkoþîn kir. Têkoþîna me weke ya partiyên din ji meþ, mîtîng û belavkirina belavokan pêk dihat. Wê demê di navbera gelek partiyên Iraqê de eniyên yekîtiyê ava dibû. Lê weke partî em ji enî û yekîtiyan re nedihatin pejirandin. Dema ku bi çawê partiya Kurdan û partiya Kurdistanî li me mêze dikin, ji bo ku me bi awayeke cîhawazî didan dest, mêzandina cûdakariyan ya li vê bereyê- digotin ku ji bo Iraqê pêwîste hildin nav yêkîneya eniyê. Têkiliyên me yên di navbera pirtiya PDK û partiya Komînistan de jî carna baþ dimeþiya, carna jî xirap didomiya. Cûdahiya bingehîn, di mijara ku Kurd biwayeke netew mafê wan heye qedera xwe bixwe diyar bikin, an jî nekin de bû. Partiya Komînîst jî vê qebûl nedikir. Di vê demê de partiya me weke dibistanekê bû. Yên ku dihatin tevlî me dibûn, piþtî ku perwerda xwe didîtin û þûnde diþûn diketin nav Partiya Komînistan. Lê piþtî sala 1953 û þûnde ev rewþ hat guhertin, heta endamên merkeza Partiya Komînîstan dihatin bi awayeke endamên asayî tevlî nav partiya me dibûn. Xwezayî giraniya Partiya Kurdan dihat avakirin. Ya din jî heye Tevgera Netewe ya Ereban jî partiya me weke xeteriyeke mezin didîtin. Ev rewþ heya 14 Tirmeha 1958 domand. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info
|