22 Haziran 2018 Cuma Saat 16:26 // Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
HER KES BERXWEDANA ZAPÊ YA 9 ROJÎ TÎNE BÎRA TIRKIYÊ

Îtîfaqa AKP-MHP ku ji hilbijartinan re çend roj man careke din operasyona ser Qendîlê anî rojevê.

BEHDÎNAN – Îtîfaqa AKP-MHP ku ji hilbijartinan re çend roj man careke din operasyona ser Qendîlê anî rojevê. Leþkerên tirk di qadên pêþmergeyan de gelek baregeh û qereqolên seyar ava dikin beranberê vê nûnerên PDK û YNK’ê bêdengiya xwe didomînin. Ji bo hem bêdengiya rayedarên hikumeta baþurê Kurdistanê û hem jî þermezarkirina êrîþê gelê baþurê Kurdistanê ber bi Qendîlê ve diherikin. Pêþmergeyên berê yên bibûn þahidê berxwedana Zapê ya 2008’an diyar kirin ku ligel TSK bi êrîþên hewa û bejahiyê de bi hemû çekên teknolojîk xwestin bikevin Zapê lê tenê karibûn 9 roj bimînin, ji ber vê yekê wê tu þensê wan tunebe. 

Ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP ku çend roj ji hilbijartinan re mayî “Operasyona Qendîlê” anîn rojevê, ji hêla muxalefetê ve vê hewildanî wekî tirsa windakirina hilbijartinê þîrove dikin. Pisporên ku heremê nas dikin tînin ziman ku ji serkeftinê zêdetir wê têkçûyînê jiyan bikin. Her wiha derbarê piþt perdeya operasyona îhtîmal de jî þîroveya her çiqas mudaxeleya Dewletên Yekbûyiyên Amerîka (DYA) ya li ser Îranê heye ewqas jî Tirkiye ji vê sûd werbigire ku ji bo di hilbijartinên 24’ê hezîranê de dengên nijatperestan bi aliyê xwe ve bikþîne û hem jî xwe bigihijîne Nift (petrolên) Misul û Kerkûkê. 

Hat diyarkirin ku TSK’ê li ser girên Bradost û Berazgir a di qada pêþmergeyên PDK’ê ya Herêma Baþurê Kurdistanê de ava dikin, dîsa ji gundê Mawa ya girêdayê navçeya Þemzînan a Culemergê bi bombeyên obus û hawanê heremên Xakurk, Geliyê Reþ, Lêlkan û Xinêrê hedef digirin. Di aliyê din de jî balafirên þer û keþfê li ser heremê bênavber digerin. Li herêma Lêlikan û Xakurkê di navbêra leþkerên tirk û HPG’yiyan de pêvçûn berdewam dikin, tê gotin ku gelek leþker hatine kuþtin û gelek jî birîndar hene. 

 

PDK Û YNK BÊDENGIN, GEL JÎ BER BI QENDÎLÊ VE DIHERIKIN

Rayedarên PDK û YNK li dijî leþkerên tirk ên di qadên ku di bin qontrola pêþmergeyan de qereqolên seyar ava kirine bêdengiya xwe didomînin. Ji ber vê yekê jî tê gotin ku diyare PDK, YNK û hikumeta baþurê Kurdistanê piþtgiriyê didin vê hewildana dagirkeriyê. Li aliyê din jî gelê baþurê Kurdistanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyên meþa ber bi Qendîlê ve tînin ziman. Gelê baþurê Kurdistanê, di pêþengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoþer, di çerçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Serî Hilde’ de ji 8’ê hezîranê û vir ve bi meþa Qendîlê û çalakiya mertalên zindî didomin. Piþtre jî bi dorê ji Silêmanî, Hewlêr û navçeyên wan bi kombûna saziyên sivîl þande diçin Qendîlê û bi daxûyaniyan hewildana dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta baþurê Kurdistanê þermezar dikin.

 

DEWLETA TIRK JÝ 1983’AN VE LI SER BAÞUR OPERASYONAN DIKE ENCAM...

Tirkiye ji 25’ê gulana 1983’an ve li ser axa Herêma Kurdistan a Federal operasyonan dimeþîne. Operasyonên salên 80’î de piranî bi hevpeymanên ewlekariya sînor a di navbêra welatên Iraq û Tirkiyê ve tên girêdan, operasyon di çerçoveya ‘þopandina germ’ de, di navbera 5 û 10 kîlometreyan ve sînor diman. Ev hevpeymanên ku di navbêra Seddam Huseyin û Tirkiyê de her tim dihatin nû kirin, operasyona navê þopandina germ lê dihat kirin bi erêkirina hêzên navneteweyî re di salên 90’î de zivirî bicihbûna heremê. Pêþî hêzên xwe bi yekîneyên biçûk û veþartî bicih bûn, bi dawiya sala 1996’an de jî hêzên leþkerî yên mezin bi awayek vekirî hatin bicihkirin. Bi van hêzan re bi taybetî li qesaba û bajarokên girêdayên Dûhok û Zaxoyê baregeh hatin çêkirin. Di operasyonekê sala 1997’an de tang û seyarên zirxî yên tirk li nêzî sînorê Îranê ketin heta herêma Soran a Hewlerê yanî qesabaya Çoman a girêdayê navçeya Diyana hatin. Ev tang û seyarên zirxî ku piþtre heta qesabaya Haci Umran a Deriyê Sînor a Îranê hatin, xwestin di gundên wekî Pirdêþalê, bergirkê yên Qendîlê mewziyan çêbikin. Lê tiþtên ku difikirîn nikaribûn pêkanîbûna û neçar man ku vegerin barêgehên xwe yên li Bamernê, Þeladizê, Amediyê, Kanîmasî, Zaxo û Duhokê. Operasyona bejahiyê ya herî dawî hatibû kirin di 2008’an de “Operasyona Zapê” ku jixwe ew jî encax 9 rojan karibûn xwe bigirin. Têkçûyîna (fiyasko) vê operasyonî jixwe Serokê Giþtî ya Artêþa Tirkiyê Yaþar Buyukanit lixwe mikûr hatibû. 

 

Piþtî salên 2000’an çawanî û armanca operasyonan hineke din cuda bûn. Lewra destpêka salên 2000’î serdema desthiladariya AKP dest pê dikir. Ji sala 2007’an ve êdî havîn, zivistan, payîz, bihar bê navber bombardimana hewayî dihat kirin. Þoreþa Rojava ku di sala 2012’an de pêk hat, armanca rastî û veþartîbûna van operasyonan derxist holê. Armanca van operasyonên hatibûn zêdekirin her çar perçeyên Kurdistanê careke din dagirkirin bû. Bi van operasyonan ku -ji aliyê Serokê Giþtî ya AKP’ê Tayîp Erdogan ve gelek caran aciziya xwe tanî ziman- dixwestin Hevpeymana Lozanê nûjen bikin. Ango ew sînorê Mîsak-i Millî ya ji holê hatibû rakirin di sedsala 21’emîn de careke din Osmaniyeke nû biafirînin. Ev rewþ çiqas ji bo kurdan ewqas jî ji bo Îran, Sûriye û Iraqê jî xeteriyek mezin çêdikir. Hikumeta AKP û Tayîp Erdogan ku bertekên wê werin hîs kir PKK’ê wek hincet nîþan da û xwest armanca xwe veþêre. 

 

TSK DI CIHÊ KETÝYEYÊ JI ALIYÊ GERÎLAYAN VE HATIYE DORPÊÇKIRIN

TSK, di hêla erdnigarî de ew jî ji aliyê sînorê Îranê ve di navbêra 20-30 kîlometre ketiye hûndir, bi taybetî di gir û çiyayên Lêlikan, xakurk, Bradost û Berazgir de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatiye dorpêçkirin. 

Pisporên ku heremê nas dikin, diyar dikin ku PKK’yî li gor awantaj û dezawantajên erdnigariyê hesaba xwe dikin û wisa têkoþînê didin û derbarê tevgerîna þerên gerîlatiyê de ev agahî dan: “Gerîlayên Tupacamaro ya li Uruguayê gerîlatiya deþtê, yanî di deþtê de þikeftên pir veþartî çêdikin û têkoþînê didin. Gerîlayên Filîstînê bi bicihkirinek cuda, bi þêwaza dizî têkoþînê didin. PKK’yî, daristanên pir girtî yên çiyayên kurdan de, geliyên kur ji xwe re wek wargeh hildibijêrin û têkoþînê didin. Terzê þerê gerîlayê, tam berovajê terzê þerê artêþa nîzamî ye. Ango qad nagire. Heremên rizgarkirî ava dikin lê di wan herêman de jî tedbîrên ewlekariyê digire, girîngiyê dide veþartiyê. Ji ber vê yekê PKK’yî hema bêje di hemû çiyayên her çar perçeyên Kurdistanê de hakimiyeta wê heye. Lewra jibilê PKK’yiyan kes ne dikare di wan çiyayan de bimîne, jiyan bike û ne jî dikarin cihwar bibin. Ew di ser erdnigariya pir hiþk, çiyayên asê de jî tevgerînê esas digirin. Ji bo vê jî hem di ser her derî de hakimiyeta wê heye, hem jî tuneye. Ev jî ji taybetmendiya terzê þer a gerîlatiyê tê.” 

Hat ragihandin ku TSK, di operasyonên berê de bi hêza bejahî bi piþtgiriya hewayî dixwest bikeve qadan, lê taqtîka vê carê ew jî serweriya arazî ya gerîla, hostatiya bikaranîna çiyayê baþ dizanin bi helîkoptêran leþkeran datînin. Ji ber vê yekê jî neçar dimînin ku her du roj û carekê wan leþkerên daxistine biguherînin. Hat gotin ku ligel Tirkiye cihên ku ketiyeyê ji wateya cografîk zêdetir zagonên siyasî yên navneteweyî û heremî binpê dike jî, pirsgirêka esasî ya ji bo hêzên hatine bicihkirin ew e ku hêza li hemberê wan ne hêzekê artêþeke nîzamî ye, ji bo çûnûhatin, tevgerîna wê her derî dikare bikar bîne ye. Ji bo vê yekê jî leþkerên bi helîkoptêran hatine danîne û bi cih dikin di demek nêz de ji aliyê gerîlayan ve tên dorpêçkirin. Ligel bi helîkoptêr, balafirên þer û keþfê bênavber piþtgiriyê didin leþkeran jî lê her tim yên darbe dixwûn jî leþkerên tirk bixwe ne. 

REWÞA HÊZÊN HEREMÊ

Hat diyarkirin ku Tirkiye bi DYA re li dijî Îranê hin lihevkirinan pêk aniye, DYA dixwaze ya Tirkiyeyê di mudaxelekirineke îhtîmal a li dijî Îranê bide þixûlandin. Îran jî, destûr da Tirkiyeyê bi þertê ku zêde pêþve neçe hem di Rojava û Bakurê Sûriyê de hin gavan bavêje, ew hewildana dagirkirina li ser Herêma Kurdistana Federal heta astekî wek temaþeker dimîne. Lê tê nirxandin ku Îran eger Tirkiye asta ku berjewendiyên wê ya Iraq û Kurdistanê dixe xeteriyê derbas bike dê mudaxele bike. Lewra her çiqas di bin gotina ‘Em ê bikevin Qendîlê’ razemeniya hilbijartinê ya îtîfaqa AKP-MHP’ê hebe jî, di aliyê din de çav berdaye ax û petrolên Misûl û Kerkûkê. DYA,Neteweyê Yekbûyî (NY) û hemû saziyên navneteweyî ji ber planên xwe yên ya Tirkiyeyê li dijî Îranê þixûlandin ji hewildana dagirkirina Tirkiyeyê re bêdeng dimînin. Tirkiye ku di zanebûna vê yekê de ye ji xwe re wek firsend dibîne û tevdigere di aliyê din de jî neçare ku tawîzan bide. Îran jî di firqa plana DYA ku dixwaze ya Tirkiyeyê li dijî wê bikar bîne lê heya dawî disekine dixwaze ya Tirkiyeyê ji DYA’yê qût bike.   

Tê nirxandin ku Iraq di nava pirsgirêkên cidî de difetise. Tê gotin pirsgirêkên bi kurdan re dijîn, dîsa pirsgirêkên bi pêkhateyan re dij3i, di nava heman pêkhateyan de li dijî hev pirsgirêkên cur bi cur hene. Her wiha destê veþartî ya Tirkiyeyê ku di Kerkûkê de Cebheya Tirkmen (ÎTC) rola neyînî bilîze. Pirsgirêkekê din a ku Iraq pê ve mijûl dibe jî þerê wê ya bi DAIÞ û El Qaîde ye. Ji ber têkiliya Tirkiye ya bi DAIÞ û El Qaîde û Serok Komarê berê ya Iraqê Tarik Haþimî ya li Tirkiyeyê ye, nahêle ku Iraq li hemberê Tirkiyê helwestek zelal nîþan bide. Lewra Tirkiye dikare ji nû ve van koman bixe tevgerê û ya Iraqê bi þereke girantir re rû bi rû bihêle. Lê ligel vê yekê jî Iraq çend roj berê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew vê dagirkirinî qebûl nake û ji vê dagirkirinî neraziye. Li dijî vê tiþtê pêþî hatî kirin ava ku dihate Iraqê bi armanca tehdîdê hat qût kirin. Hat diyarkirin ku ev tehdîta vekirî hat kirin, dibe ku li piþt perdeyê gelek tehdîdên din jî hebin.

Bêdengiya hikumeta Kurdistanê jî, çavkaniya xwe ji hin cure pirsgirêkên li baþ^ru dijî digire. Hemû partiyên li Baþurê Kurdistanê, tê gotin ku ji yekî zêdetir meyila wan heye, her wiha di her partiyê de jî pir zêde dengên cuda hene. Tê gotin ku hikumeta baþur niha ji du partiyan pêk tê û ev her du partî jî di mijara pêþketin û tehdîdên ser heremê heman bertekî nîþan nadin an jî eynî nafikirin. Di rojên bihorî de Sefîn Dizaî li ser navê hikumetê daxuyanî dabû nûnerên YNK’ê red kiribûn. Sedema esasî ya bêdengiyê têkiliya aborî ya serokwezîrê hikumetê bi Tirkiyeyê re heye, di heman demî de razemeniyên hin kesên nêzî serokwezîr li Tirkiyeyê heyî ye. Ji ber vê yekî eger nerazîbûn nîþanê operasyoneke îhtîmal a Tirkiyê bidin ditirsin ku ew têkiliyên wan ên aborî zirarek mezin bibîne. Jixwe Tayîp Erdogan jî vê yekî baþ bikar tîne.

DI QADÊN ÊRÎÞ TÊN KIRIN DE BI SEDAN GUND HENE

Ji pêþmergeyên kevin Biryad Behremî ku li bajarokê Þilêdizê ya herêma Bêhdînan dijî, diyar kir ku di qadên êrîþên tên kirin de bi sedan gund, hezaran sivîl jiyan dikin û bi van êrîþan re gund û jiyana wan hemûyan di xeteriyê de ye. Behremî, anî ziman ku ji sala 2007’an þunde di êrîþên hewayî de sedî zêdetir jin, zarok, îxtiyar jiyana xwe ji dest dane û ev tiþt gotin: “Sivîlên heremê di dema Seddam Huseyîn de jî axa xwe bernedan. Dê ji ber van êrîþan jî axa xwe bernedin. Malbatên li vir di dema Seddam de bi sedan þehîdan dane lê ligel wê yekî jî axa xwe bernedane. Ji ber ku ev der axa wan e. Jibilê wê debara xwe jî ji vir dikin. Ji ber vê yekî jî ji bo mirovên vir hem di hêla erdnigarî, hem aborî û hem jî siyasî de ev der xwedî girîngî û wate ye.”

Her wiha Behremî, ji rayedarên Tirkiyeyê yên dixwazin bi operasyonekî bikevin Qendîlê, operasyona Zapê ya sala 2008’an bibîrxist û wiha got: “Ez di wê demî de li heremê bûm, em bûn þahid. Em pêþmergeyên kevin di nava xwe de diaxivî û digot ev qad tam li gor þer û jiyana gerîyan e. Leþker qet nikarin di vir biser bikevin. Jixwe her kes bû þahid, TSK ligel hemû propagandaya çek û teknîkên þer jî tenê 9 rojan karibûn bimînin. Ji bo wê em ji niha ve dibînin ku leþker bê helîkoptêr, bê balafirên þer û keþfê nikarin gavek jî bavêjin. Li gel êrîþên hewayî gerîla derbeyên cidî li leþkerên ku bi helîkoptêran li Xakurkê bi cih kirine dixin.

Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html