![]() 27 Haziran 2018 Çarşamba Saat 09:51 // Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
![]() Çima Niha Minbic Ket Rojeva Tirkan? ![]()
Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve Rojeva Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAÎÞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giþtî Minbic di bin kontrola DAÎÞ`ê de bû, tu helwesta Tirkan derbarê Minbicê de çênebû.
Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve Rojeva Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAÎÞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giþtî Minbic di bin kontrola DAÎÞ`ê de bû, tu helwesta Tirkan derbarê Minbicê de çênebû. Piþtî ku Minbic ji aliyê meclîsa leþkerî ya Minbicê bi piþtgiriya QSD`ê di sala 2016`an de hate rizgar kirin, piþtî Efrînê bû mijara operasyona Tirkan. DAÎÞ a ku bi destê Tirkan hatiye avakirin ji aliyê QSD`ê ve di Minbicê de têk çû. Ji ber vê yekê jî Erdogan tu carî qebûl nake ku hêza xwe ya terorîst bin bikeve û têk biçe. Niha jî Erdogan dixwaze tola çeteyên xwe yên ku li rojhilatî Firatê têk çûne rabike. Ev yek jî di pilansaziya wê ya operasyona Efrîn, Minbic, Þengal û Qandîlê de xwe eþkere dike. Li kêleka vê yekê Erdogan bi tu awayî qebûl nake ku DAÎÞ dûrî sînorên wî bikeve. Ji ber ku hebûna DAÎÞ nêzî sînorên wî û herêmên dibin kontrola Tirkan de dihêle ku Erdogan bêhtir bi ketina nava rewþa Sûriyê de tetmîn bibe û hebûna xwe misoger bike. Piþtî ku Erdogan ferq kir ku DAÎÞ di Minbicê de di nava xeteriyeke mezin û têkçûnê de ye, bi hemû leza xwe hêza xwe ya terorîst derbasî Cerablûsê kir. Vê yekî jî ji bo ku kemereke ewlehî ji DAÎÞ`ê re ava bike, pêk anî. Têkçûna DAÎÞ di Minbicê de ji bo Erdogan derbeyeke pir giran bû. Ji ber ku tevî ku Erdogan ji çeteyên xwe re hemî derfetên þerkirinê ava kir û bi her awayî bi wan re bû alîkar, lê dîsa jî li hember hêza QSD`ê têk çû.
ÎRO MINBIC HERÊMA HERÎ BI EWLEH Û BÊ PIRSGIRÊKE Û BI ÎRADEYA GELÊ WÊ TÊ BIRÊVEBIRIN. Ev rewþa ewlehî ya Minbicê Erdogan tehrîk dike. Erdogan niha hewil dide careke din DAÎÞ`ê di nava Minbicê de bi cîh bike. Ji bo ku careke din bi riya Minbicê desthilatdariya xwe di nava Sûriyê de fireh bike. Her wiha yek ji armancên bingehîn a êrîþkirina minbicê ew e ku windahiyên ku di Sûriyê de bi destê QSD, YPG û YPJ`ê daye careke din bi dest bixe. Li kêleka vê yekê jî dixweze riyekê ji bo gihandina cebxane û leþkeran ji çeteyan re peyda bike. Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze rastiya ku di hundirê Tirkiyê de tê jiyan kirin veþêre û berê her kesî bide Sûriyê. Pêve girêdayî Erdogan xwest Sûriyê û gelê wê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bi destxistina hibijartinan bikar bîne û xwe ji hemû cîhanê re bide nasîn ku ew li ser ewlekariya Sûriyê û gelê wê bi fikar e û dixwaze gelê wê ji hemû hêzan rizgar bike. Ji bo vê yekê bi cîhanê û hêzên navnetewî bide qebûl kirin û bawerkirin û ji bo bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bîne, leþker û serbendên xwe rê dike Sûriyê û dide kuþtin. Erdogan bi hinceta ku hêza YPG û YPJ`ê ku tenê ew bixwe wek “terorîst” dibîne nîþan dide û êrîþekê îhtîmal meþrû bike. Lê YPG`ê beriya demekê ragihand ku wan þêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekþandine. Li ser vê bingehê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway derbarê tevgerên leþkerî yên Tirkiyê li herêma Minbicê de ragihand ku li ser wê mijarê di navbera Amerîka û Tirkiyê de gotûbêj berdewam in. Di 4’ê hezîranê de piþtî hevdîtina her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê li Waþingtonê, Mevlut Çavuþoglu û Mike Pompeo bi daxuyaniyeke hevbeþ ragihandin ku wan li ser nexþerêyeke hevbeþ bo Minbicê li hev kiriye. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway derbarê geþedanên herî dawiyê de daxuyanî da. Adrian Rankine-Galloway bi bîr xist ku rayedarên berevaniya Amerîka û Tirkiyê di navbera 22 û 23’ê hezîranê de li Enqerê ji bo “sepandina nexþerêya Minbicê” hevdîtin kirine û got ew yek ji bo ewlehiya devera Minbicê pêk hatiye. Li ser pirsa, “Li Minbicê kengê tevgerên hevbeþ ên Amerîka û Tirkiyê dest pê bikin?” Galloway bersiva, “Li ser mijarê gotûbêj berdewam dikin” da. Yekîneyên Parastina Gel pêþ demekê ragihandibû ku YPG’ê þêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekþandine. YPG’ê her wiha dabû xuyakirin ku ti þervanên wan li Minbicê nemabûn û tenê hejmarek ji þêwirmendên wan ên leþkerî bo alîkariya xelkê Minbicê û Encûmena Leþkeriya Minbicê li wê derê mabûn. Di daxuyaniya xwe de, YPGê destnîþan kiribû ku ew ji bo alîkariya xelkê û rêveberiya leþkerî û sivîl a Minbic li wir diman, lê niha erkê wan bi dawî bûye, lewma ew ji wir vekiþîn. Piþtî vekiþandina þervanên YPG û YPJ, herwiha avakirina tîmên hevbeþ ên gerok di navbera hêzên Tirkiye û Amerîkayê de, biryar e qonaxa duyemîn a nexþerêya di navbera herdu welatan de ji bo Minbicê, di nava 6 mehan de were bicîhkirin. Niha Minbic, bi rêveberiya herêmî û encumana leþkerî ya ji xelkê Minbicê pêk tê, tê birêvebirin. Gelê Minbicê li hember êrîþ û daxwaza Minbicê helwesta nerazîbûnê nîþan didin. Gelê Minbicê li hember ketina Tirkan û çeteyan bi çalakiyan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Cînda Baran Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html
|